Ji çapemeniya Ewropa

Rojnama Swisrî Neue Zürcher Zeitung li ser rewşa Yekitiya Ewropa û ekonomiya Yunanistanê dinivîse û dibêje: Niha rewşa Yunan ji berê baştir dibe. Ji bo vê hêja zûye ku behtir deynên Yunanistanê bêne xirakirin. Gavek bi vî awayî istikrara reformên tên kirin dikare têkbide.

Rojnama Holandî  de Volkskrant jî heman babetê de dibêje: Divê ekonomiya Yunanistanê ji giraniya deynan xilas bibe. Şûna siyasetmedar behsa başkirina rewşa cîhanê bikin, bila xelkê ji rastiya heyî re amade bikin. Ji bo rakirina deynên Yunanistanê li Almanya parlementer dixwazin pişniyarên xwe bihêlin piştî hilbijartinan.

Rojnama Avustirî(Nemsa) Die Presse ji behsa ekonomiya YE û helwesta serokwezîra Almanya Merkel dike û dibêje: Operasyona Ewropa ya xilaskirina Yunanistan ne serkeftiye. Almanya naxwaze ji berî hilbijartinên ku sala were meha insane de bêne kirin behsa vê pirsgirêkê bike.

Merkel naxwaze bije ku emî deynên Yunanistanê ji hole rakin. Ji ber ku ew dixwazê di hilbijartinan de li gora serokên din yên YE xwe bi hêztir bike.

Rojnama Fransî Le Monde behsa arîkariya Yunanistan dike û şiroveyek bi vî awayî dike: Di pirsa deynên Yunanistanê û deyndariya dewletê de her demî ew kesên behsa felaketekî dikin ne rastin.Biryara Yekitiya Ewropa ya li Brukselê di derbarê Yunan de hatî dayîn raste.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: