Polîtîk

Barzanî spasî aliyên siyasiyên Kurdistanê kir

Peyamek ji Serok Barzanî ya ji bo raya giştiya Iraq û Herêma Kurdistanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Pir bi dil spasî hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikim ku ji bilî hebûna nêrînên cûda yên siyasî, lê belê li babeta pêdan û pênedana baweriyê bi hikûmeta nû ya Iraqê de yekrêz bûn. Ev yekhelwestî destkeftekî dîrokiye ji bo gelê Kurdistanê û cihê pêzanînê ye.

Heman demî de jî spasî wan hemû hêzên siyasiyên niştimanperwerên Iraqê dikim ku bi helwesta rast û mentiqiya xwe rêgiriyê li wê yekê kirin ku qeyranên Iraqê zêdetir kûr bibin û Iraq berev karesatê ve biçe. Ev helwesta wan rêzgirtin bû li bingehên demokrasiyê û her wiha berçav girtina daxwaza hemû pêkhatên Iraqê bû, ji bo rasterêkirina proseya siyasî. Piştî wê Iraq ketiye ber qonaxekî nû ku têda dikarê derfetek ji bo bi cîhkirina daxwazên rewayên xwepêşanderan pêkbê û bingehek jî ji bo li hevkirin û sazanekî giştgîr ya niştimanî û hevdû nêzîkbûna aliyan pêkbê.

Mesûd Barzanî
02.03.2020

Back to top button