
Biryare çar welatên Erebî kar bikin bo ku Sûriye vegerînin nava Komkara Welatên Erebî û kar ji bo derxistina tirkiye jî li ser axa Sûriye bikin.
Rojnameya Erebî Cedîd îro 02.03.2020 li raporek da eşkere kiriye ku welatên Erebî hewl didin eniyeke dirust bikin bo ku şerê tirkiye bikin ku wan li ser axa Sûriyê derbixin.
Li raporê de behs dike ku ev biryar li civînek da hatiye pêşniyar kirin ku heftiya derbasbûyî li Qahîre bi navê Korbenda Hewalgiriya(Îstîxbaratî) Erebî birêveçû.
Her wiha behsa wê yekê jî dike ku Lîwa Ebas Kamil Serokê Saziya Hewalgîriya Misir serpereştiya vê hewlê dike û ji bo wê yekê ku rûbirûyê tirkiye bibin û destpêkê de bi awayeke hewalgîrî û îstîxbaratî kar dikin.
Li gor zanyariyan Behreyn, Misir, Îmarat û Suudiye li vê eniyê de dibin û kar jî dikin bo hejmara welatên di nava eniyê de zêdetir bikin.