
Li bHewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta şîrovekirina pêşhatên siyasiyên dawî û rewşa bajarê Musil û referandûm û rewşa jiyana koçberan û agahdarbûna li kêşe û giriftên wan li gel kesayetiyên civakî, akademî û serok hozên Erebên parêzgeha Nînowa û Mexmûrê civiya.Li vê civînê de Serok Barzanî li gotarê da balkişand li ser rewşa siyasî û emniya parêzgeha Nînowa û têkşikandina serbazî ya terorîstên Da’îş û tekez li wê yekê kir ku eger sedemên derketina Da’îş neyên çareser kirin gefên derketina Da’îş bi awayên cûr bi cûr berdewam dibê û pêwîste muamele li gel encaman neyê kirin belku sedemên wê bêne çareser kirin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku çarenûsa me hemû aliyan hevbeşe û yarmetîdana koçberan jî bi erkekî mirovî û birayane da zanîn.Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser biryara referandûma gelê Kurdistanê ku li ser bingeha ezmûnekî tehl li gel dewleta Iraqê dane û bi dûr û dirêjî behsa wan êş û karesatan kir ku li sedsala derbasbûyî ji aliyê hikûmetên Iraqê li ser gelê Kurdistanê da hatiye û merca şeraket li gel gelê Kurd ji aliyê hikûmetên Iraqê hatiye binpêkirin. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa qonaxên piştî rûxana rejîma Be’es kir û behsa beşdariya çalak ya Kurdistanê li dûbare avakirina dewleta Iraqê û nivîsîna destûrê kir lê belê bi awayeke neyasayî û nedestûrî wekî sizadana Herêma Kurdistanê, nanê xelkê Kurdistanê hate birîn û her ji wê roja biryarê dan li birîna debara xelkê Kurdistan, her ewan jî biryarê li dabeşkirina Iraqê dan. Serok Barzanî mayîna rewşa Iraqê bi vî awayî gef û metirsî zanî û eve jî xisterû ku nabê li Iraqekî yekgirtî da bimînîn û şer bikîn û kêşe kûrtir bibin û piştî referandûm jî Kurdistan dikevê guftûgo û hevdû têgihîştinê li gel Bexda ji bo gihîştina bi çareseriyeke guncaw û aştiyane û Bexda û Hewlêr jî bi kûrahî stratejiya hevdû dimînin.Her li vê civînê de nûnerên kesayetiyên civakî û akademî û serok hozên parêzgeha Nînowa û Mexmûr pirsiyar û têbînî û gumanên xwe yên di derbarê rewşa koçberan û paşaroja navçeyên wan ji bo Serok Barzanî xisterû û Serok Barzanî jî bersîva têbînî û pirsiyarên wan da û amadebûyan ji wê yekê piştrast kir ku çanda gelê Kurdistanê çanda parastina kerameta mirov û dijî cûdakariye li navbera pêkhatan, eve jî dûpatkir ku ewê li gel Da’îş bê çarenûsa Da’îş jî dibê û ewê peywendî bi Da’îş nebûbê kerameta wî parastiye û birayê me ye. Serok Barzanî daxwaz ji kesayetiyên civakî û akademî û serok hozên Erebên parêzgeha Nînowa û Mexmûrê kir ku bi azadiyekî tevahî li referendûmê da beşdar bin û xelkê navçeyê çi biryarek li çarenûsa xwe dide ew biryare tê bi cîhkirin û hîç sîxeyek li ser wan da nayê sepandin.