Polîtîk
Barzanî: Me hewl da ku pirsgirêkên xwe li ser esasê destûrê çareser bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Me hewl da ku li ser esasê destûr û peymanên xwe pirsgirêkên xwe yên li gel hikûmeta federal çareser bikin”.
Barzanî di merasima vekirina pira Ranya de, di daxuyaniya xwe de behsa mûçe, rewşa aborî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî anî zimên ku wan hemû hewlên xwe ji bo bidawîkirina rewşa aloz a aborî û bi taybet ji bo dayîna mûçeyên welatiyan daye.
Barzanî bi berdewamî anî zimên û got: “Me hewl da ku li ser bingeha destûr û rêkeftinên xwe pirsgirêkên xwe li gel hikûmeta federal çareser bikin da ku mafên destûrî û desthilatên xwe yên darayî dabîn bikin û baştir xizmeta gelê Kurdistanê bikin”.


