Polîtîk

PDK di derbarê welatên cîran û hilbijartinan de daxuyaniyek da

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniya piştî civîna Komîta Navendî de got: “Pêwendiyên me bi Komara Tirkiyê re bi hewlên her du aliyan, ji hev têgihiştin, rêzgirtin û paraztina berjewendiyan asayî bûye. Serdana Serokkomarê Tirkiyê birêz Erdogan bo Kurdistanê, ji bo têkiliyên me geşedanên erênî daye”.

PDK di derbarê hilbijartinê de jî got: Piştî ku pirsgirêk çareser bibin, heke tedbîr di berjewendiya gelê Kurdistanê de bin û hilbijartin veguhere hilbijartina giştî, emê helwesta xwe ragihînin”.

Encûmena Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Selahedînê bi serpereştiya Serokê PDKê Serok Mesûd Barzanî civiya.  Di derbarê civînê de ji aliyê Encûmena Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civîn “bi armanca 26ê Gulanê salvegera 48an a Şoreşa Gulanê” hatiye lidarxistin û gelek mijarên guncav û girîng hatin nîqaşkirin û biryar hatin girtin.

Di civînê de mijar û biryarên hatin nîqaşkirin wilo hatin diyarkirin:

Mijar 1/ Têkiliyên me bi welatên cîran re: 

Peywendiyên me bi Komara Îslamî ya Îranê re ber bi rabûn û ketinê ve diçû û heyamekê jî sarbûn û tênegihiştinek hebû. Herçend peywendiyên me xwedî dîrokek dûr û dirêj in, lê proseya asayîkirinê piştî pêwendî û hewlên asayîkirina peywendiyan, bi berçavgirtina berjewendiyên hevbeş ên her du aliyan, serkevtî bû. Em hêvîdar in ku têkiliyên me li ser esasê rêzgirtin û têgihiştinê normal bibin. Têkiliyên me yên bi Komara Tirkiyê re bi hewldanên her du aliyan, ji hev têgihiştin, rêzgirtin û paraztina berjewendiyan rêyên xwe yên asayî girtin. Serdana Serokkomarê Tirkiyê birêz Erdogan bo Kurdistanê hêzek erênî da pêwendiyên me.

Têkiliyên me bi welatên din re bi taybetî DYA û Ewropayê re di astek baş de ne. Hevdîtin û serdanên şandên biyanî û serdanên şandên me berdewam in û di astek baş de ne. Divê em tevgerên dîplomatîk di berjewendiya Herêma Kurdistanê de pêş bixin û bihêz bikin. Peywendiyên me yên li gel welatên Erebî, bi giştî piraniya welatên Erebî, ji bo Herêma Kurdistanê, rola saziyên herêmê yên li navçeyê û dabînkirina aramî û asayişê, danîna peywendiyên baş û hevseng ligel hemû aliyan di astek baş de ye. Herêma Kurdistanê hertim faktora aramkirina aloziyan e û beşek girîng a şerê li dijî teror û tundûtûjiyê ye. Di civînê de hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatiya wê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û bihêzkirina peywendiyên wê di nava Iraqa Federal, welatên cîran û cîhanê de hatin nirxandin. Her weha teqezî li ser wê yekê hat kirin ku li herêmê nabe tu metirsî li ser berjewendî û ewlehiya welatên cîran çêbibe.

Mijar 2/ Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal: 

Destûra hertimî ya dewleta federal a Iraqê rêkarên peywendiyan birêkûpêk dike û li gor made û bendên xwe, şêwaza hikûmet, danûstandin û desthilatên di navbera herêmê û hikûmeta federal de diyar dike. Ji aliyê din ve jî ji bo ku hevrêzî û hevkarî zêdetir bibe, di çarçoveya tifaqa rêveberiya dewletê de me gelek peymanên siyasî û îdarî îmze kirin. Me wek Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxwaz kir ku destûr û rêkeftin ji bo çareserkirina kêşeyan bê bikaranîn û hewl ji bo çareserkirina pirsgirêka bûdçe û mûçeyê berxwedêrên Kurdistanê û pirsgirêkên din berdewam bin.

Mijar 3/ Hilbijartinên Parlamentoyê: 

Wek me berê jî diyar kiribû, em li gel wê yekê bûn ku hilbijartin berî bidawîhatina rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê bê kirin, ji bo ku rê li ber tedbîrên din neyê girtin, lê mixabin ev hewla yasayî û asayî ya partiya me bi sedemên cuda hat astengkirin. Ji bo vê yekê jî piştî bûyer û biryarên cûrbicûr ên li ser çend mijarên siyasî, îdarî û darayî, ne cîbicîkirina destûrê û nehesibandina mafên pêkhateyan û hin tedbîrên ne guncaw ên di derbarê hilbijartinan de, me helwesta xwe eşkere kir. Bi giştî jî hewlên me yên ji bo çareserkirina hemû kêşeyên li pêşiya partiyan berdewam in. Piştî pirsgirêkên ku me di daxuyaniya xwe de behs kiribûn çareser bibin, tedbîr di berjewendiya gelê Kurdistanê de bin û hilbijartin veguhere hilbijartinek giştî, emê helwesta xwe eşkere bikin.

Mijar 4/ Karûbarên Navxweyî yên Kurdistanê:

Li gor biryara kongreyê û rêznameyên serokê me, partiya me ji diyalog û têgihiştinê re vekirî ye ku xizmeta proseya siyasî û berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê bike. Li gel hemû aliyan kar kir ku bi hevbeşî bergirî li berjewendî û destkeftên gelê Kurdistanê bikin. Siyaset û bernameya partiya me ya îro û pêşerojê jî wê ev be.

Mijar 5/ Medya:

Li gor baweriya partiya me, divê medya rola xwe ya netewî ji bo pêkanîna arasteya pabendbûna bi nirx û exlaqên hevqebûlkirinê, mirovahî û pêkvejiyana netewî, olî û siyasî bilîze. Medya û çand divê psîkolojiya welatiyan li ber çavan bigire, nîgeraniyê çêneke, guhertin û geşedanên bilez ên cîhanê û herêmê li ber çavan bigire.

Mijar 6/ Karûbarên Navxweyî yên Partiya me: 

Di civînê de çend mijarên di derbarê rêxistin û pêkhateya rêxistinî ya partiyê û organên wê de hatin gotûbêjkirin.  Di vê çarçoveyê de pêşniyaz û nêrînên rêxistina Mekteba Siyasî, ofîsên rêxistina parêzgehan û şaxan hatin gotûbêjkirin û biryar hat dayîn ku ji bo cîbicîkirina madeyên rêziknameya navxweyî, konferansek navxweyî li ser asta hemû organên partiya me bê lidarxistin.

Back to top button