Nivîsar

 Berpirse, lê bê projeye, bangî ciwanan dike lê zarok û nebiyên xwe nake endam!!!

Yên bi hevre biryara kar jî dabûn êdî diwestin û hin ji wan jî êdî dev ji karê rêxistiniyê û partiyê berdidin.

Bûbê Eser

Ji bona mirov şoreşekê li dar bixe û welatê xwe ji bin nîrê dagirkeriyê azad bike, berê çend mirovên zana û têgihiştî têne ba hev da ku partiyekê damezrînin. Piştî damezrandina partiyê jî divê tu êdî kar û xebatê bike da ku endaman qezenc bike.

Ji bona qezenckirina endaman jî divê rêvebirên partiyan ji endamên xwe zanetir, jêhatîtir û wêrektir be. Heger ne weha be tu nikare bibe berpirsê endamên yên ji te zanetir. Heger tu bibe jî wê ew endamana te guhdarî nekin û wê weke xwe bikin. Aha di virde tevliheviya partiyan destpê dike.

Dema rêvebir ji endamên xwe nezantir bin, dê nikaribe wan îqna bike da ku kar pê bide kirinê. Di rewşên weha de jî êdî roj bi roj partî qels û lawaz dibe. Her ku dihare desthilatiya berpirsên nezan lawaz dibe. Lê dîsa dev ji berpirsiyartiyê bernadin. 

Em vegerin dema salên 1970 heta 1980ê li berpirsên wê demê yên partiyan binerin hûnê bibînin ku yên herî kêm lîsa qedandibûn. Lê îro gelek ji berpirsên pariyên me yên siyasî dibistana serata jî neqedandinin. Aha eve ferqa berê û niha.

Hin ji rêvebirên berjewendîperest û ji xwe re, dinere ku wê partî nemîne loma bêtir dest davêje kesên nezan û wan dike berpirs û rêvebir. Dema ku weha jî dibe êdî kesên zana û jîr jî roj bi roj ji partiyê dûr dikevin. Baweriya min ew e ku îro em di vê pêvajoyê de dijîn.

Partiya ku bi destê nezanan tê birêvebirin jî her roj bang dike û dibêjin: “Çima kes nabin endam û ji bona welatê xwe destên xwe naxin bin kevir”. Lê fêm nakin ku wan bi xwe di bin wî kevirî de mar bi cih kirine. Destên dikevin bin wî kevirî jî mar pêve dide.

Ez gihiştim wê baweriyê ku îro rewşa partiyên me yên siyasî li bakurê Kurdistanê kêm zêde weha ne. Tu dibîne bi salane kar dikin, lê nikarin çend kesan li xwe zêde bikin. Yên bi hevre biryara kar jî dabûn êdî diwestin û hin ji wan jî êdî dev ji karê rêxistiniyê û partiyê berdidin. Lê min nedîtî ye ku rojekê bi tahlîlek baş û di warê zanistiyê de li ser vê hatibe rawestan ku çima kesên zana ji partiya xwe direve??? Gelo tenha sûç ji yên dest ji karê partiyê berdidin ne???

Ev jî dibe sedem ku partiyên me yên bakurê kurdistnê bi pêşnakevin. Yanî bi çend kesên sal mezin partî nûjen nabe. Ji bona nûjeniya partiyê divê ciwan peyde bibin. Lê ew jî îro zehmet e. Ji ber ku yek berpirs û sal mezinên me naxwazn zarok û nebiyên wan bi karê siyasî ve mijûl bibin. Loma her ew û ew in.

Dema ciwan dikevin nav partiyê jî wan sal mezinên me ku êdî kar ji destê wan nayê. Her behsa xwe û xebatên ciwaniya xwe dikin. Bi vê jî ciwanan aciz dikin û ciwanên tên jî bi bazdan şûnde direvin û diharin.

Li gel vê jî hin salmezinên me naxwazin hin kes zarokên xwe bikin endamên partiya xwe. Ji ber ku ev ê ji bona wan bibe serêş. Dema kesekî zarokên xwe anîn û xwest bike endamê partiya xwe, wan salmezinên qure bi awayekî pêşî li wan digire da ku ew nebin endam.

Lê her dikin gazî û hawar û dibêjin: “Ciwan tune ne”. Lê wan kesên rêvebir ku her yek ji wan xwedî çend zarok û nebiyanin. Nayê bîra wan ku divê berê rêvebir zarokên xwe bikin endamên partiya xwe da ku kesên din jî weka wan bike.

Bi salane kesên salmezin bi hevre di nava çar dîwaran de didin û distînin. Dem tê êdî ew ji hev aciz dibin. Ji ber ku tu kar tune ye. Partî vekirine, lê ji bona dema xwe û çend salmezinan bi hevre li wir derbas bike, ye. Xebateke nû, destûr û bernameyeke wan tune ye.

Asas, asasê berê ye. Kevirên li ser wî asasî jî têne danîne yên berê ne. Bi wî asasê xerabe û bi wan kevirin xaro maro tu bînayên nû ava nabe. Lewra êdî vekirina partiyan bûye cihê wextê xwe lê derbas kirina salmezinan. Bi vê jî serê gelek kaniyan di destê nezanan de ye. Loma nahêlin av biherike ser bax û baxçeyan.

Heger bi rastî jî em dixwazin ji bona azadiya gelê xwe kar bikin. Bê qeyd û şert divê her berpirsek bi kêmanî zarokekî xwe bike endamê partiya xwe. Yên vê nekin divê nebin berpirs. Aha em ji virde destpê bikin wê demê em ê bi hevre biserkevin.

Heger partiyên me vê pêk bînin, hûnê bibînin ku wê êdî ji bona berpirsiyariyê sal mezinên me navê xwe nedin û dê nexwazin bibin berpirs. Ji xwe berpirsiyariya kesên berpirs jî tune ye. Ji ber ku kar nake ku hin hesab ji wan bixwazin. Berpirsê ewropa ye lê wextê xwe li  bakurê Kurdistanê derbas dike. Heft mehan li welêt û pênc mehan jî li ewropa ye û qaşo berpirsê ewropaye. Gelo endamên li ewropa ji berpirsên xwe daxwaza ku wê bi çi projeyan ve rabe pirsîne an wê bipirsin.

Berpirs divê bi kar û xebatên xwe, bi proje û pêkanîna wan divê bibin berpirs. Berpirsê ewropa divê avaker be. Divê bi kêmanî ingilizî bizanibe. Xwedî projeyan be û li ser wan kar bike. Divê têkiliyan bi partiyên ewropa, rojnemevan û dostên kurdan re xurt bike. Berpirsê ewropa divê projeyan pêşkêşî YE bike. Berpirs ne ew e ku weke berpirsê ewropa bê hilbijartin lê karê wî zîyaret û beşdarbûna şîn û şahiyên li Kurdistanê be. Navê wî li ser e. Berpirsê ewropa!!! Divê kar û xebatên wî li ewropa be.

Heta ku partiyên me di dabeşkirna kar û xebatê de, li gor zanîn û têgihiştinê berpirsan destnîşan neke, wê partî tu caran bi sernekev e. Divê em berê l oman ji xwe û dûre ji kesan bikin. Heta ku serok û rêvebirên partiyan zarok û nebiyên xwe nekin endamên xwe, mafê wan tune ye ku behsa zarokên xelkê bikin.

Divê em bifikirin ku temanê me bi qasî deh salen ya maye, ya jî kêmtir e. Gelo piştî me wê kî/ê bikaribe şûna me dagirin?

Back to top button