Barzanî: Kampanya hilbijartinê de rêza hevdû bigrin
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya di derbarê birêveçûna kampanyayên hilbijartinê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Çend rojeke helmeta bangewaziya mezinê qebareyê siyasiyan ji bo hilbijartina 21 ê Eylûl a 2013 destpêkiriye. Bi vê helkeftê bi pêwîstî dizanim carekî din daxwaz ji hemû qewareyên siyasiyan bikim li kampanyayên xwe de asayîş û aramiya jiyana welatiyan li ber çav bigrin û girêdayî rênimayiyên Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û hemû yasa û rênimayiyên saziyên emniyên welat bibin.
Daxwaz ji hemû aliyê siyasiyan dikim şîretê li endam û alîgirên xwe bikin ku rêz li endam û alîgirên milên din bigrin û bi tu awayekî bêrêziyê beramber hevdû nekin. Erkê li ser milê hemû aliyane mînaka xweşika gengeşeya medenî pêşan bidin.
Her wiha daxwaz ji saziyên emnî û aliyê peywendîdaran dikim bi çavekî vekirî ve li pejirandina yasa û dabînkirina asayîş û bexteweriya xelk de berdewam bibin û kombûna cemaweriya qewareyên siyasiyan, eger her aliyek jî binpêkirina yasa û rênimayiyan bike û destdirêjî bike ser aramiya jiyana welatiyan û azadiya karê siyasiya aliyan, îcraatên yasayî bikin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04/09/2013