Nivîsar

Kongreya Milî Ne Kongreya PKKê Dê Bê Li Darxistin

“Kongreya Milî ya Kurd” carek din paşve hat xistin. Ev cara duyemîn e ku kongre paşve tê xistin. Ji bona paşvexistina kongreyê gelek sedem tên diyar kirin.

Sedema dawî ya hatiye kirin, ew e ku “hilbijartina giştî li Dewleta Federe ya Kurdistanê heye, loma jî kongre paşve hatiye xistin.”

Gelo sedem hilbijartin e?
Sedema realîst ev sedem be jî, ev bi serê xwe pirsgirêkek gelek mezin e.  Lewra dema ku dîroka kongreyê hat tespît kirin, dihat zanîn ku hilbijartinên giştî li Dewleta Federe ya Kurdistanê heye.

Min bi xwe jî nivîsand, gelek nivîskarên din jî nivîsandin, ku berpirsiyarên Dewleta Federe ya Kurdistanê bi mesuliyet tevnagerin. Lewra dema ku hilbijatina giştî hebe, ku ew di jiyana dewlet û miletekî bûyerek gelek girîng e, rasterast dewlet birêvebirinê re eleqeder e; ew çawa dikarin di heman dem de organîzasonek ya wek  “Kongreya Milî” ya girîng, pêk bînin.

Vê yekê bixwe jî diyar dikir ku bi taybetî berpirsiyarên Dewleta Federe ya Kurdistanê li ser “Kongreya Milî” zêde serê xwe neêşandine. Li derve, ji aliyê hêzên siyasî yên din de ev biryara hatiye girtin, wan jî ev biryara pejirandine.

Lewra tê zanîn ku Ocalan di Newrozê de diyar ku 4 konferans dê bên li darxistin. Ev konferansan jî, dê li Enqereyê, Li Brukselê, li Amedê û li Hewlêrê bên li darxistin. Heta ku li Enqereyê, li Brukselê, Li Amedê konferans nehatin li darxistin jî, li Hewlêrê konferan û kongreya milî nehat rojevê.

Piştî ku li Enqereyê, li Brukselê, li Amedê konferansên Apoyî, an jî di bin bandora Apoyiyan de konferans hatin li darxistin, li Hewlêrê konferans hat rojevê.

Di destpêkê de hat gotin û hat diyar kirin, ku konferansa bê lidarxistin; lê pişt re li ser kongreya milî biryar hat dayin. Ev yeka bi serê xwe jî diyar dike, ku ji aliyê desthilatdarî û serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê de bêplaniyek heye. Ew ji bona biryarên hêzên din bûna duvik.

Lewra Cemîl Bayik bi Rojnamevanê Milliyetê Mithat Sancar re dema qise kir, gelek aşkere diyar dike ku ev konferans-kongre plan û projeya wan e. Ev konferans-kongreya Hewlêrê, xelekek ji konferansên Ocalan in.

Heta di wê axevtinê xwe de diyar dike, ku heta nûha desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona kongreyek milî amade nebûye. Ew her dem amade bûne. Wan xwestiyê konferans-kongreya milî bê lidarxistin, desthilatdariya Kurdistanê li dij derketiye.

Her çiqas PKKê û berpirsiyarên wê, di vê mijarê de gelek rexne û nerînan tînin ser zimên, hezar mixabin desthilatdarên Kurdistanê hîç nerînek nînin ser zimên.

Mirov dikare bibêje ku piştî ku kongreya milî bû biryar, êrişên berpirsiyarên PKKê li hemberî Hikûmeta Kurdistanê, berpirsiyarên PDKê û bi taybetî jî li hemberî Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê êrişe bêsînor û bêexlaq dest pê kirin. Bifikirin ku di hepsê de berpirsiyarek Apoyiyan nameyek dinivîsîne, di wê nameyê de li hemberî Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek rexneyên tûj û nedebî tîne ser zimên.

Gelo ew êrişa çawa dibe?
Ji aliyekî de hûne bi hev re ji bona  kongreya milî tevbigerin, ji aliyekî de jî li hemberî hev êrişek bêexlaqî bidomînin. Ev yeka bi xwe jî, pirsgirêkek mezin nîşan nade? Dîsa ev yeka niyet û armanca aliyê PKKê nîşan dide, ku armanca wan ne kongreya milî ye û berjewendiya giştî ya miletê kurd e; armanca wan li hemû Kurdistanê desthilatdariya xwe fireh kirine.

Loma jî kongreya were li darxistin Konreya milî nîn e, Kongreya Ocalan e, kongreya PKKê ye.

Wek tê zanîn PKKê di Civîna Giştî Ya Kongreya Gel de biryar girt, ku li hemû Kurdistanê desthilatdariyê bixin destê xwe û dê li Başûrê Kurdistanê jî xwedêgiravî guya dê sedîsed desthilatdariya nedemokrat têk bibin û desthilatdariya PKKê ya demokrat ava bikin. Tê zanîn ku ew jî nabe demokrasî bes dibe dîktatorî.

Ev tê wê wateyê ku PKKê dixwaze li hemû Kurdistanê bibe desthilatdar. Gelo desthilatdarî û hikûmeta Kurdistanê vê xeteriyê û vê planê PKKê çawa nabîne û tespît nake?

Desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê nizane ku dewletên kolonyalîst dehan sal in, ku dixwazin merkeza milî ya li Başûrê Kurdistanê xerab bikin û ji holê rakin. Ji bona vê piştî salên 90î PKKê gelek caran bi kar anîn. Encama êrişên PKKê bi hezaran, 3500-4000 pêşmergê hatin kûştin. PKKê bi hezaran endamên xwe fêda kir. Dewlet baş dizanin ku bi serê xwe nikarîn vê yekê bikin û planên xwe bimeşînin, nûha dixwazin dîsa  PKKê bi kar bînin.

Platforma kongreyê jî ji bona vê dixwazin bi kar bînin.

Sedema paşvexistina kongreyê neparvekirina desthilatdarî ye…
Tê gotin ku ji bona ku PDKê û PKKê nikarin desthilatdarî parve bikin, di nava wan de şerê desthilatdarî heye û loma kongreyê nikarin pêk bînin.

Ew nerîna ne rast e. Lewra PDKê li Başurê Kurdistanê desthilatdar e. PKKê li tu ciyî desthilatdar nîn e. Bes li Başûrêrojavayê Kurdistanê rewşek de facto heye. Sibê ne diyar e ku dê çi bibe. Loma PDK çima bi PKKé re desthilatdarî parve bike û ji bona vê yekê bi PKKê re di nav reqabetekê de be.

Sedemên din yên girîng hene…
Lê rastiyek heye ku PKKê dixwaze ku li hemû Kurdistanê desthilatdariya xwe ya dîktatorî ava bike. Ev vê yekê di pirsa nûnerên Kongreyê û avayiyên kongreyê de jî diyar dike.

Bîrûreyên endamên komîteya amadekar ya kongreyê jî vê yekê nîşan didin. Di Rûdawê de  ev nerînên li jêr hatin nivîsandin:

“Endamê komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd Xelîl Îbrahîm diyar kir ku nakokiyên tund li ser meseleya dabeşkirina endamên kongrê hene: “Rast e, li ser dabeşkirina endaman me li hev nekiriye û çend civîn jî li ser vê mijarê hatine kirin, lê encama wan nebû.”

Xelîl Îbrahîm, ku wek nûnerê Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî ya Kurdistanê beşdarî wê komîteyê bûye, eşkere kir ku ji bilî meseleya dabeşkirina endamên kongrê: “Modela kongrê kêşeyeke din e ku me heta niha li serê li hev nekiriye, wek çawaniya sazkirina kongrê, dezgehên wê, gotara wê ya siyasî, piştî kongrê divê çi bê kirin. Heta niha me li hev nekiriye li ser van xalan.”

Kongreya neteweyî ya kurd yekem civîna xwe di roja 22.08.2013 de ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê saz kir.

Bi dîtina Xelîl Îbrahîm, nabê hejmara şêniyên parçên Kurdistanê bibe pîvana dabeşkirina endamên kongrê: “Rast e hejmara şêniyên parçekê ji parçeke din zêdetir e, lê ji bîra me neçe ku divê pêgeha siyasî ya Herêma Kurdistanê li ber çav bê girtin. Nabê jî ev alî û ew alî bêjin divê pişka me ewqas be, çiku ev ne hilbijartin e, lê kongreya neteweyî ya kurd e.”

Komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd biryar daye ku 600 endamên kongrê hebin û 300 kes jî wek mêvan bên vexwendin, ji yên ku dostên kurdan in.
Endamên kongrê bi ser her çar parçên Kurdistanê û derve de bên dabeşkirin, bi awayekî ku rêjeya ji sedê 10 bo saziyan ciwanan, ji sedî 10 bo kesayetiyan, ji sedî 35 bo saziyên civaka sivîl, ji sedî 45 bo partiyên siyasî hatine diyarkirin.

Endamê sekretariya komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd Kemal Kerkûkî mikur hat ku nerînên cihê hene li ser endamên kongrê û ji Rûdawê re got:
“Li ser rêje û dabeşkirina endamên kongrê cudahî heye di navbera aliyan de.”

Kemal Kerkûkî, ku nûnerê PDK ye di komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd de, dibêje ew kêşe wê bên çareserkirin: “Lê hin pirsên din hene divê bên çarekirin.”

Kerkûkî ne piştrast e ku ew dema li ber wan maye, bes be da ku kongrê tê de saz bikin: “Ger em hemû tiştî bi timamî jî bikin, em pê re nagihin kongrê di dema wê de saz bikin. Niha hin alî hene ku doz dikin kongreya neteweyî bê paşxistin.”

Endamekî komîteyê ji rojhilatê Kurdistanê, mikur hat ku xemsarî di destnîşankirina dema kongreya neteweyî ya kurd de hatiye kirin. Endamê komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd Reza Keebî, eşkere kir ku di dema destnîşankirina dema kongrê de doz hatiye kirin ku: “Kongredi meha 10 yan meha 11 de bê sazkirin, çiku gellek kêşe hene û gellek kar jî mane ku em nikarin wan di vê dema kurt de cîbicî bikin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, PKK doz dike hejmareke zêde ya endamên kongrê ji bakur û rojava bin. PKK doz dike ku ji tevahiya 600 endaman, zêdeyî 310an ji wan bin.

Di civîna dawî ya komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd de, ku roja 30.08.2013 hate sazkirin li ser dabeşkirina endamên kongê, PKK doz kir ku bo bakur 220 endam bên danîn, bo Herêma Kurdistanê 150 endam, bo rojhilat 90 endam û bo rojava jî 140 endam.

Lê ev pêşniyara PKK hate redkirin, çiku başûrê Kurdistanê pêşniyar kir ku nabe ti parçe rastî neheqiyê bê û endamên hemû parçeyan wek hev bin, yanî 150 endam bo her parçekî.

Reza Keebî, ku nûnerê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ye, got: “Em jî ligel wê pêşniyara başûrê Kurdistanê ne, ku hemû parçe endamên wan wek hev bin.”

Navborî bi awayekî ne rasterast got ku PKK doza rêjeyeke zêde dike û ev bûye yek ji sedemên sereke ku kongreya neteweyî ya kurd di dema xwe de neyê sazkirin: “Niha baweriyeke ji dil heye ku kongreya neteweyî ya kurd di dema xwe de nayê sazkirin.”

Hêvîdar Ehmed- Rûdaw – Hewlêr”

İbrahim GÜÇLÜ
([email protected])
Amed, 05. 09. 2013

Back to top button