Barzanî ji Sûdanî re name şand

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di du nameyên ku ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî re şandibû de, daxwaza mûçeyan kir.
Serokê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sabah li Bexdayê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Sabah got: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî 2 nameyên fermî ji Serokwezîrê Iraqê re şandine û di nameya yekem de daxwaz ji Serokwezîr û Encûmena Wezîrên Iraqê dike ku mûçeyên 3 mehên mayî di dema xwe de, bi deyn yan bi awayekî din bidin”.
Serokê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê Sabah herweha got: “Em hêvîdar in Serokwezîrê Iraqê ku her tim daxwazên gelê Herêma Kurdistanê bi cîh tîne, di civînên dahatî yên Encûmena Wezîran de biryarê li ser vê mijarê bide”.
Sabah amaje bi wê yekê jî kir, ku 15 roj berê Barzanî 2 name ji Sûdanî re şandine û got: “Me wek Herêma Kurdistanê nêrînên xwe di derbarê çawaniya guhertina yasaya bûdçeyê, çawaniya cudakirina mûçe ji mijarên din, çawaniya çareserkirina pirsgirêka petrolê, mûçe û pirsgirêkên din anîne zimên” .