Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Rapora xwe ya Tirkiyê eşkere kir

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) di rapora xwe ya salane ya pêşketinê de hişyarî da ku di xebatên saziyên demokratîk ên Tirkiyê de kêmasiyên ciddî hene.
Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Komîserê Cîrantî û Berfirehkirinê Oliver Varhelyi, bi munasebeta weşandina raporên berfirehkirina 10 welatên berendam û berendamên ku dixwazin bibin endamê Yekîtiya Ewropayê, li Brukselê civînek çapemeniyê li dar xistin.
Di rapora ku ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve hat amadekirin û hat weşandin de, carek din hat gotin ku Sîstema Hikûmeta Serokatiyê hêza xwe di ofîsa Serokkomariyê de kom dike û ji ber vê yekê di navbera qanûndanîn, cîbicîkar û dadweriyê de cudabûnek bi bandor nîne. Di raporê de hat diyarkirin ku bi hincetên cuda hedefgirtina partiyên siyasî û parlamenteran piralîtiya siyasî têk dibe û zextên li ser şaredariyên partiyên muxalefetê jî zerarê dide demokrasiya herêmî.
Komisyona Ewropî diyar kir ku piraniya saziyên çavdêriyê ji Serokkomar re rapor dikin, lê tekez kir ku pêşniyarên Komîsyona Venedîkê ya derbarê Sîstema Hikûmetê ya Serokatiyê de hêj nehatine cîbicîkirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku di Hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Giştî ya 14-28ê Gulanê de alternatîfên siyasî ji hilbijêran re hatin pêşkêşkirin û beşdarbûn pir zêde bû û hat gotin, “Çapemeniya alîgir û şert û mercên newekhev avantaj da desthilatdariyê”.
“Ji bo çareseriya pirsa Kurd ti pêşketin çênebû”
Di raporê de di derbarê rewşa Bakurê Kurdistanê de ev nirxandin hatin kirin: “Rewşa li herêma başûr-rojhilat, bi taybet piştî erdhejên Sibata 2023an, bû sedema nîgeraniyê. Dewleta Tirk li Iraq û Sûriyê operasyonên ewlekarî û leşkerî pêk anî. Ji ber êrîşên PKK, ku di lîsteya rêxistinên terorê ya YEyê da cîh digire, herêmên sînor rastî xetereyên ewlehiyê hatin. Hikûmet xwedî maf û berpirsiyariya rewa ye ku li dijî terorê şer bike, lê pêwîst e ku ew bi tevahî li gor prensîbên serweriya yasa, mafên mirovan û azadiyên bingehîn tevbigere. Divê tedbîrên li dijî terorê li gor hev bin. Ji bo çareseriya pirsa Kurd di destpêkirina pêvajoya aştiya siyasî ya pêbawer de tu pêşketin çênebû. Piştî erdhejan KCKê beriya hilbijartinên Gulanê, ku di meha Hezîranê de bi dawî bû, agirbesta yekalî ragihand. Rayedarên Tirkiyê YPG girêdayî PKK bi êrîşa Mijdara 2022an a Stenbolê ve girêdidin, lê PKK tevlêbûna wan red kir. YE bi eşkereyî êrîşên PKK şermezar kir û hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan re nîşan da. “Tirkiyê êrîşên xwe yên esmanî yên li dijî PKK û komên girêdayî wê yên li Bakurê Sûriyê û Iraqê dewam kir”.
Serbestiya vîzeyê
Li gor raporê, tu pîvanên girîng ên di nexşeya rê ya serbestiya vîzeyê de pêk nehatin. Hat diyarkirin ku divê Tirkiye di derbarê polîtîkaya vîzeyê de qanûnên xwe bi qaîdeyên YE re zêdetir bike. Hat destnîşankirin ku dûrketina ji berpirsiyariyên Tirkiyê yên di çarçoveya Yekîtiya Gumrukê ya YE-Tirkiyê de bazirganiya dualî asteng dike.
Têkoşîna li dijî gendeliyê
Li gor raporê, di derbarê gendeliyê de li Tirkiyê tu pêşketin çênebûye. Di raporê de ev daxuyanî hatin dayîn: “Tirkiye di warê têkoşîna li dijî gendeliyê de di qonaxek destpêkê de ye. Di heyama raporê de tu pêşketin çênebûn. Kêmasiyên ku di salên dawîn de di warên sereke yên têkoşîna li dijî gendeliyê de derketine holê nehatin rakirin. Berevajî Peymana Dijî Gendeliyê ya Neteweyên Yekbûyî , ku Tirkiye parçeyek wê ye, hikûmetek tam, ku saziyên pêwendîdar jî di nav de ye, siyaseta li dijî gendeliyê nehatiye pêşxistin. Divê berpirsiyarî û şefafiya saziyên giştî bên başkirin. Nebûna stratejî û plana çalakiyê ya li dijî gendeliyê. Ev nîşan dide ku nebûna îradeya bi biryar li dijî gendeliyê Pêşniyarên Koma Dewletên li Dijî Gendeliyê yên Konseya Ewropayê (GRECO) nehatine bicihanîn, ji ber vê yekê gendelî her tim pirsgirêkek e.