Polîtîk

Barzanî çima 40 hezar dolar da

 
Şandeke herêma Kurdistanê bi serokatiya waliyê Duhokê Temer Remezad bi nûneratiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî merasima sersaxiyê ya qurbaniyên Roboskê bûn û li ser nave serokê Kurdistanê 40 hezar dolar weke alîkarî dan malbatên qurbaniyan.

Vê meseleyê gelek di mediya Tikiyeyê de deng veda û heta pirsa 40 hezar dolaraên serokê Kurdistanê ku weke alîakrî dane malbatên qurbanyên Roboskê gihişte nav parlamentoya Tirkiyeyê.

 Li ser vê pirsê waliyê Şirnexê jî daxuyaniyek da çapemeniya tirkî û dibêje ku xizmatî di navbera xelkê wîlayeta Şirnexê û herêma Kurdistanê de heye û di çarçoveyê wê xizmatiyê de ew pere li ser malbatên qurbaniyên Roboskê hatiye dabeş kirin.

Waliyê Şirnexê di daxuyaniya xwe de dibêje:

–  Di piraniya medya ya Tirkiyeyê de hatiye weşandin ku ji welatê Îraqê 40 hezar dolar bi ser malbatên qurbaniyên Roboskê da dabeş kirine. Li herêma me dema merasimên sersaxiyê tên saz kirin, xarin û çayê didin mêvana, ev jî ji kultur û adetên herêma mene daku, xema xwediyê taziyê sivik bibe û bare wan giran nebe. Yên ku beşdariyê di taziyê de dikin alîkariya xwediyê taziyê bi awayekî dikin. Ew pereye her di vê çarçoveyê de hatiya dan. Xizmatî di navbera xelkê Şirnex û Îraqê de heye û di çarçoveyê wê ximatiyê de grupeke hatiye taziya malbatên qurbaniyan. Ew pere jî di vê çarçoveyê da hatiye dan.

Back to top button