Erdogan bi zimanekî tûj malikî hişiyar kir
Erdogan bi zimanekî tûj malikî hişiyar kir
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan digel serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî bi telephone rewşa aloz û kirîza siyasiya Îraqê gotûbêj kir.
Erdogan ji Malikî re got ku eger ew nakokiyên di navbera aliyên siyasiyên îraqî de yên ku bi hevre hikûmetê birêve dibin ber bi dijminatiyê biçe, dê tesîreke xerab li ser pirosesa dokrasiya Îraqê bike.
Li gor hindek çavknaiyên agadar Erdogan tirsa xwe li hember parçebûna Îraqê nîşan daye û ji malikî re gotiye:
– Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê û dirustbûna nakokiyên mezhebî û netewî, tirsa wê yekê peydabûye ku Îraq ber bi aloziyeke mezin biçe.
– Wezîfeyeke mezin dikeve ser milên serokwezîr (serokwezîrê Îraqê) ku, di avbera aliyên siyasiyên îraqî de aşitî û lihevnêzîkbûnê dirust bike.
Herwesa serokwezîrê Tirkiyeyê di peywendiya telefonî de ya digel serokwezîrê Îraqê tekîd li ser aşitiya çivakî kiriye û gotiye divê mehkemekirina kesatiyên siyasî hizira siyasî nebe.
Erdogan ji Malikî re behsa siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê ya li hember Îraqê kiriye û gelek tekîd li ser yekparşeyîya Îraqê kiriye:
– Siyaseta Tirkiyeyê beramber Îraqê ewe ku serweriya welat, yekparçeya xak û yekêtiya siyasiya Îraqê parastî be û gelê Îraqê di nav aşitî, xweşî û demokrasiyê de bijît.