Berhemanîna neftê li Kurdistanê zêde dibe
Kompaniya Genel Enerjî PLC ya tirki ku, kompaniya êkaneye li borsa Londonê pişka xwe heye, di daxuyaniyekê de ew yek eşkere kiriye ku di pilana kompnaiyê de heye berhemanîna neftê li herêma Kurdistanê zêde bike.
Genel Enerjî li gundê Tawkê nêzîkî bajarê Zaxoyê rojane 60 hezar bermîlên neftî berhemtîne. Lê ew kompanî dixwaze di sala 2012ê behemanîna neftê li Tawkî bo 100 hezar bermîl zêde bike.
Genel enerjî di daxuyaniya xwe de diblje:
– Piştî lêgeräîn û lêkolînên berdewam ji bo kompaniya me eşkere bû ku nefta yedek li herêma Tawkê digihîje 509 milyon bermîlan, me biryar de ku berhemanîna neftê zêde bikin.
Kompaniya Gelek enerjî digel kompaniê boriyên ya DNO ya Norvejî û herêma Kurdistanê boriyên neftê firehtir bike û 5 bîrên din yên neftî li herêma Tawkê bokole.
Rojevakurd