Meûd Barzanî serokê Kurdistanê biryar da ku, ji bilî alaya Kurdistanê çênabe tu alayên din li eniya şer bên bilind kirin.
Ji bona pabendbûn bi pirensîpên neteweyî, disiplîna leşkerî û yekxistina hemû îmkanên manewî, siyasî û cemawerî ev biryar hatiye dan.
Ev li jêr teksta biryara serokê Kurdistanê:
Ji bona pabend bûn bi pirensîpên neteweyî, disiplîna leşkerî û yekxistina hemû îmkanên manewî, siyasî û cemawerî yên xelk û aliyên siyasiyên Kurdistanê, herwesa, ji bona zêdetir piştevanîkirina hêzên pêşmerge li eniyên rûbirûbûnê de, me biryar da ku, ew hêzên li eniya şer in û yên diçin eniya şer çênabe tu alayek ji bilî alaya pîroza Kurdisatanê bilind bikin, yên vê biryarê bişkînin dê rûbirûyê lêpirsîna qanûnî bin.
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
11.08.2014