Serokomarê Îraqê Fuad Mesûm, îro li Bexdayê, bi fermê Heyder Ebadî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê wezîfedar kir.
Heyder Ebadî yek ji serkirdeyên Hevpeymaniya Niştimanî ya şîiyan e û piştî gelek civîna û nakokiyan, Hevpeymaniya Niştimanî ya şîiyan li hev kir û navê Heyder Ebadî pêşkeşî serokomar kir û serkomar jî ew weke serokwezîrê Îraqê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê erikdar kir.
Nurî Malikî gelek xebitî ku, weke serokwezîr bimîne û heta gihşte wê dereceyê şeva çûyî bi fermna wî hêzên leşkerî û hêzên taybet derketin nav cadeyên Bexdayê ji bo tirsandina neyarên xwe, lê Amerîkayê û welatên Ewropayê bi dijwarî hişiyarî de Malikî ku, xwe ji çêkirina aloziyan dûr bixe.
Aliyên şîye jî li dij Malikî derketin û ji koma 180 parlamenterên ser bi Hevpeymaniya Niştimaniya ya şîiye, 127 parlamenteran deng bi Heyder Ebadî da û ew dê bibe serowezîrê Îraqê yê hikûmeta nû.
Heyder Ebadî sala 1952ê li Bexdayê jidayîk bûye û xandina xwe ya bala li Birîtaniyayê timam kiriye û sala 1980 li zanîbgeha Manchester diplomaya diktora wergirtiye.