Polîtîk

Di vê qonaxê de yekhelwestî û yekrêziya neteweyî pêwîste

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, duhî roja 11ê tebaxa 2014ê li havîngeha Selahedînê, digel serok û berpirsên Partiya Demokrata Kurdistranê, Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê, Tevgera Goran, Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û Komela Çslamiya Kurdistanê civiya.

Di civînê de bûyerên vê dawiyê û êrîşa terorîstan bo ser xelk û axa Kurdistanê hat behis kirin û bi hûrî rewşa eniya şer û hêzên pêşmerge di rûbirûbûna terorîstan û reaksyona êrîşên terorîstan bo ser Kurdistanê nirxandin.  Civînê tekîd li ser çareserkirina hemû kêmasiyên eniya şer û, herwesa, diyarkirina mekanîzmeke pêwîst bo zêdetir parastina emniyeta herêma Kurdistanê kir.

Aliyên siyasiyên beşdar di civînê de piştevaniya xwe ji bo hêzên pêşmergeyê Kurdistanê diyar kir û sipasiya xelkê Kurdistanê, aliyên siyasî û rêxistin û komeleyên civaka medenî kir ku, di warê xweragirî û hestkirin bi berprisiyariyê ji bo piştgiriya pêşmerge û alîkarîkirina koçberan de roleke mezin lîstin. Civînê sipasiya piştevanî û dihewarhatina civaka navdewletî û welatên dostên gelê Kurdistanê kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku, di parastina koçberan û hewandina wan de alîkariya herêma Kurdistanê bikin heta wê dema ew ji bo ser mal û milkê xwe vedigerin.

Serok Barzanî daxwaz ji hemû hêzên siyasiyî û xelkê Kurdistanê kir ku, di vê qonaxa nazik de yekhelwestî û yekrêziya neteweyî biparêz in û tekîd li ser wê yekê kir ku, hemû hêzên beşdar di eniya şer de pêwîste ji partîtiyê dûr bin û daxwaz jî ji saziyên ragehandina Kurdistanê kir ku, bi çavekirî û zêdetir hestkirin bi berprisiyariyê miamileyê digel bûyeran bikin û berjewendî û emniyeta neteweyîya herêma Kurdistanê li bar çavan bigirin.

Back to top button