Polîtîk

Barzanî: Bila şermezarê Amerika bim ne ku mîlletê xwe

Barzanî: Bila şermezarê we bim ne ku mîlletê xwe

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi îdareya Koşka Spî ragihandiye ku “Ez şermezar dibim beramber mîlletê xwe, ez ku Serokê Partiyekim û Serokê Herêma Kurdistanim, endamên Partiyeke min biçin daxwaza vîze bikin û nedin wan û ji wan re bibêjin hun partîne, li Amerîka jî pêşwazî li min bikin wê demê çi bi xelkê xwe re bibêjim. Her wiha hîzbekî din ku hevpeymane bi heman awayî jî bi wan jî dibêjin. Ji xwe van dû partiyan xebata çekdarî û şoreşê kirine û eve îhaneye ji bo me. Ji bo wê yekê heta ew kêşe neyê çareser kirin ez serdana Amerîka nakim, bila şermezarê we bim, neku mîlletê xwe”.

Konsolxaneya Amerîka li Hewlêr di derbarê wê kêşeyê de gotiye: “Em daxuyaniyeke taybet di derbarê babeta peywendîdar bi vîze nadîn”.

Back to top button