Polîtîk

DXB alîkarîkirina zarokên Kurdên Rojava de berdewame

Bi mebesta zêdetir alîkarîkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê ku niha li wargehên Herêma Kurdistanê da hatine nîştecîh kirin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya li gel hejmarek kompanyayên navxweyî ya Herêma Kurdistanê da li çendîn helmetek da goşt û hêk û şerbetê li ser penaberên 5 wargehên dabeşkir.

Roja 02/02/2014 li dirêjahiya helmetên cûr bi cûr ya bi navê zêdetir xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê li hemû wargehan de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî û hemahengiya li gel hejmarek kompanyayên navxweyî ya Herêma Kurdistanê helmetekî dabeşkirina goşt û hêk û şerbet li ser (4350) malbatên wargehên Kevirgosk, Dareşekiran, Gewîlan, Basirme û Akrê da dabeşkir.

Di destpêka helmetê de ku li wargeha Dareşekiran destpêkir, têda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel kompanyaya Darîn nêzîkî 2250 kîlo goştê sor li ser 1500 malbatan dabeşkir. Heman demî de li wargeha Gewîlan jî bi heman awayî (975) kîlo goştê sor li ser 650 malbatên penaber da dabeşkir. Li dirêjahiya helmetê da li wargeha Basirme bi hevkariya li gel xêrxwaz (Dr Osman Nanekelî) Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 975 kîlo goştê spî li ser 650 malbatên penaberên wargehê da dabeşkir. Dîsa li wargeha Akrê bi hevkarî li gel kompanya Kar Grup, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê spî li ser 350 malbatan da dabeşkir.

Li dirêjahiya helmetê da li wargeha Kevirgosk jî bi hemahengî li gel kompanya Kar goştê spî û hêk û şerbet li ser 2200 malbatên penaberan da dabeşkir, ku ji bo her malbatek dû dane mirîşk û tebeqek hêk û şerbetek hate belavkirin.

Xizmetên D.X.B yên diyarî û ciluberg belavkirina li ser zarokên her dû wargeha Kevirgosk û Dareşekiran

Bi navê xizmetkirina nifşa paşarojê bi taybetî ew zarokên bi sedema xerapî rewşa Rojavayê Kurdistanê koç kirine û niha li wargehên Herêma Kurdistanê da nîştecîhin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêwresmek de li dû helmetên cûda de diyarî li ser zarokên wargehên Kevirgosk û Dareşekiran da dabeşkir.

Roja 18/01/2014 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi navê zêdetir xizmetkirina zarokên wargehên Rojavayê Kurdistanê û ji bo dilxweşkirina wan û ji bîrkirina nexweşiyên koçberbûnê, li helmetek da bi hevkariya li gel Konsolxaneya Îmarat û Heyva Sor a Îmaratî diyar li ser hemû zarokên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li wargeha Dareşekiran de dabeş kir, ku bû sedema dilxweşbûna zarokên wargehê û spasiyên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin ku berdewamî alîkarî û hevkariya wan dikin.

Ji aliyekî din ve û heman roj demjimêr (2) ê piştî nîvro li helmetekî din da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina Samaritans Purse rêxistina xêrxwaziya Amerîkî diyar û ciluberg li ser zarokên wargeha Kevirgosk dabeşkir.

Di derbarê çawayiya birêveçûna helmetê jî Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Me bi hevkariya her dû rêxistinên heyva sor a Îmaratî û Konsolxaneya Îmarat û her wiha rêxistina Samaritans Purse rêxistina xêrxwaziya Amerîkî ku rêxistineke mesîhiye, me karî îro li her dû wargehên Kevirgosk û Dareşekiran diyarî û cilubergên pêwîst li ser hemû zarokan de dabeş bikin û heman demî de me karî li wê rêyê xweşiyê bixîn ser lêhvê wan zarokên çavgeş. Heman demî de çendîn warên din de jî li xizmetkirina wan de berdewam dibin.

Back to top button