Polîtîk

Qeyrana budçeyê dê Iraqê perçe bike

Raporeka Navenda Vekolînên Geşkirina Cîhanî ku baregeha wê Londonê ye, hişdarî da ku Hikumeta Iraqê heta sê salên din nikare projeyên xwe bi cîh bike.

Rapor diyar dike ku Iraq nekariye ji bilî firotina petrolê hinek jêderên din yên dahatê ji bo budçeya xwe peyda bike, li gel zêdebûna xercên hikumî bi rêjeya %60 ê beramber xercên veberhênanê, rêjeya kurtkirina budçeyê da zêde bike bi awayeke ku çendîn proje li seranserê Iraqê bêne rawestandin.

Her wiha rapor eşkere dike ku budçeya sala 2014 ê gihiştiye 150 milyar dolaran û ji sala borî gelek ne cûdaye û tenê îsal 16 milyar û 700 milyon dolaran 18 milyar dolaran zêdekiriye.

Eve jî palpiştiyê li ser dahata petrolê dike her wiha guherînên bihayên petrolê da di bazarên cîhanê da bandorek li ser xercên vê budçeyê dikin.

Şandina Petrola Herêma Kurdistanê ku rojane digihe 400 hezar bermîlan dê jêderekê girîng be ji bo budçeya Iraqê, lê belê kêşeyên helavestiyên di navbera Bexda û Hewlêrê da dibe asteng ji bo gihiştina rêkkeftinekê li ser vê dahatê. 

Eger Iraq nekarî xercên xwe yên hikumî kêmbike û reformê neêxe sîstema xwe ya aborî û dezgehên xwe yên dibin rotîn û gendeliya darayî da dinalin.

Back to top button