Polîtîk

Barzanî bi Serokkomarê Fransayê Macron re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re li ser êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê axivî.

Di hevdîtinê de Barzanî û Macron behsa êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê kirin û li ser girîngiya paraztina ewlekarî û aramiya Iraqê li hev kirin.

Macron diyar kir ku ew bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevxem in û hevxemiya xwe ji bo welatiyên sivîl ên di êrîşa li ser Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dane xwest û piştgiriya welatê xwe ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare kir.

Mesrûr Barzanî herwiha ji bo serxweşî û piştevaniya wan spasiya Macron û Fransa kir.

Back to top button