Cîhan

Pakistanê êrîşê Îranê kir

Pakîstanê ragihand ku li herêma Sîstan-Belûçistana Îranê li dijî “bingehên terorîstan” êrîş pêk anîne. Li gorî nûçeya Reutersê, Îranê ragihand ku di êrîşê de 3 jin û 4 zarok mirine. Îranêî ji Pakistanê derbarê êrîşan de ravekirineke lezgîn xwest.

Wezereta derve ya Pakistanê ragihand ku,Îslamabad di van çend salên dawî de di peywendiyên xwe yên bi Îranê re, bi berdewamî nîgeraniyên xwe yên cidî yên derbarê penageh û stargehên terorîstên Pakistanî li navçeyên bê kontrol li Îranê bi rêveberiya Tehranê re parve kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Pakistan gelek dosyayên ku tê de delîlên berbiçav li ser hebûn û çalakiyên van terorîstan hene bi Îranê re parve kirine û wek endamekî berpirsyar a civaka navneteweyî, Pakistan bi prensîb û armancên Yekgirtûyê ve girêdayî ye. Peymana Neteweyan, yekparçeyiya xak û serweriya welatên endam jî di nav de ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Pakîstan mafên xwe yên rewa yên li gorî hiqûqa navneteweyî bi kar tîne û bi tu hincet û mercan dê nehêle ku serwerî û yekparçeyiya axa wê were îxlalkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev kiryara Pakistanê nîşana îradeya wê ya bêdawî ye ji bo parastin û ewlehiya neteweyî ya welêt li hember hemû tehdîdan û hat destnîşankirin ku pêkanîna bi serkeftî ya vê operasyona pir tevlihev jî îspata profesyoneliyê ya Artêşa Pakistanê ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku :”Pakistan bi tevahî rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa Komara Îslamî ya Îranê digire. Armanca çalakiya îro tenê ewlekarî û berjewendiyên neteweyî yên Pakistanê ye. “

Di wê daxuyaniyê de hat ragihandin ku Îran welatekî bira ye û gelê Pakistanê rêz û hezkirineke mezin ji gelê Îranê re heye û Îslamabad hertim tekezî li ser diyalog û hevkariyê li rûbirûbûna kêşeyên hevbeş ji wan gefên terorîstî kiriye û dê ji bo dîtina çareseriyên hevpar xebatên xwe bidomînin.

Îran kampên rêxistinan li parêzgeha Belûçistan a Pakistanê dike armanc

Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Tasnîm duh ragihandibû ku kampên rêxistina Ceyşul Adl li Pakistanê bi mûşek û firokeyên bêmirov hatine armanckirin.

Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê ragihand ku Îranê di 16’ê Çile de li herêma Panjgur a eyaleta Belûçistanê ya li ser sînor êrîşeke hewayî pêk aniye û di êrîşê de 2 zarok mirine û 3 keç jî birîndar bûne.

Pakistanê ku biryar da Balyozê xwe li Tehranê vegerîne, ji Tehranê re ragihand ku Balyozê Îranê li Îslamabadê ku niha serdana Îranê dike, dibe ku heya demekê venegere.

Rêxistina Ceyşul Adl

“Ceyşul Adl” ku li Îranê wek rêxistineke terorîst tê qebûlkirin, bi îdiaya “berevaniyê ji mafên gelê Sunî yên Belûç dike” û car caran li parêzgeha Sîstan-Belûçistan ku dikeve başûrê rojhilatê welêt û li ser sinorê Ûakistanê, li dijî Îranê çalakiyên çekdarî pêk tîne.

Îran: Sivîl mirin

Alîkarê Waliyê Sîstan Belûçistanê Elî Riza Merhemetî ji televîzyona fermî ya Îranê re axivî û diyar kir ku danê sibê Pakistanê êrîşî gundekî li sînorê parêzgeha Sîstan Belûçistanê kir.

Rayedarê Îranî got, “Di vê êrîşê de 3 jin û 4 zarokên ne îranî jiyana xwe ji dest dan.”

Merhametî diyar kir ku li bajarê Seravan ê eyaletê jî teqînek rû da, lê diyar kir ku tu zirara canî çênebûye.

Back to top button