Cîhan

Komkara Erebî êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir

Komkara Erebî di du civînên online yên li ser asta wezîran de êrîşa Îranê ya li ser bajarê Hewlêrê şermezar kir û binpêkirina serweriya Iraqê red kir.  

Komkara Erebî di derbarê êrîşên mûşekî yên li ser bajarê Hewlêrê, du civînên awarte yên li ser înternetê li ser asta wezîrên derve li dar xistin. 

Komkara Erebî di civîna xwe ya duyemîn de, ku êrîşên li ser bajarê Hewlêrê yên Îranê hat gotûbêjkirin, biryarek ji bo şermezarkirina êrîşan qebûl kir. 

Di biryarê de hat gotin ku, “Êrîşa li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê ku bû sedema mirina gelek welatiyên bêguneh û wêrankirina cihên sivîlan, bi tundî tê şermezarkirin û ev êrîş wek êrîşek eşkere li dijî serweriya Iraqê tê dîtin”. 

Di biryarê de hincetên Îranê yên ji bo êrîşê hatin şermezarkirin û bal hat kişandin ku ev hincetên han mafê binpêkirina serweriya welatekî din nadin tu welatekî.

Back to top button