CivakRojev

Barzanî: Baba Şêx ji bo belavkirina tebayî û pêkvejiyanê kêmasiyê nekiriye

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Baba Şêx Serokê Ruhanî ya Ola Êzdî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin êvariya roja pênçşem 01.10.2020 kesayetiyê olî û Serokê Ruhanî yê Ola Êzdî Şêx Xirto Hacî Îsmaîl (Baba Şêx) li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir. Baba Şêx kesayetiyeke olî yê diyar û niştimanperwerê Kurdê Êzdî bû ku li hemû rewşek da sedema xêrxwazî û çareserkirina kêşeyan bûye li nav xûşk û birayên me yên Êzdî û ji bo belavkirina tebayî û pêkvejiyanê kêmasiyê nekiriye. Li heman demê de jî Babe Şêx hêmayeke olî û me’newî bû û bi taybetî jî li rewşa niha da ji dest dana wî xesareteke mezine.

Serxweşiyên xwe pêşkêşî Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan û Encûmena Rûhanî ya ola Êzdî û kesayetiyên ola Êzdî û malbat û kesukarên Baba Şêx û tevahiya xûşk û birayên Êzdî li Kurdistan û hemû cîhanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê Baba Şêx bixe ber rehmet û dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî
01.10.2020

Back to top button