Cîhan

Baregehên Heşdî Şebiyê hatin bombebarankirin

Li parêzgehên Babil û Enbarê yên Îraqê şeva borî baregehên Heşdî Şebî bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Birêvebiriya Ragihandinê ya Desteya Heşdî Şebî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Fermandarê Operasyonên Enbarê yê Heşdê Sead Baicî li gel çend çekdarên din di encama êrişeke asmanî ya Amerîkayê ya li baregeha wan a fermandariyê de hatine kuştin.

Heşdî Şebî diyar kir ku ev êriş di demekê de bûye ku ew fermandar û çekdarên din mijûlî pêkanîna erkê xwe yê niştimanî bûne.

Heşdê di daxuyaniya xwe de bangî aliyên siyasî yên Îraqê kir ku berpirsyariya xwe hilgirin û li hemberî “binpêkirinên berdewam ên Amerîkayê” rawestin.

Back to top button