Peyama sersaxiya Baregeha Barzanî ya ji bo malbata Mela Îmadedîn Gurdilî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzên malbata xwedê jêrazî Mela Îmadedîn Gurdilî
Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û helbestvanê xwediyê helwest (Mela Îmadedîn Gurdilî) xemgîn û dilgiran bûyîn.
Pirse û sersaxiyê li malbata we ya niştimanperwer û xizm û dostên xwedê jêrazî dikîn, hevxemiya we hemû aliyekîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn aramî û hedarê bi malbata we ya birêz û kesukarên we bibexşê, ruh û giyanê xwedê jêrazî Mela Îmadedîn Gurdilî bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Baregeha Barzanî
03.12.2020