Nivîsar

BUDDHA, HER ÇAR RASTÎYÊN PÎROZ Û RÊYA HEYŞTHÊLÎ


Buddha ne Xweda bû. Ew fena gellek mirovan yekî asayî bû. Mîna gellek mirovan jîya, bi derd û êşên jîyan û dinyayê hisîya; xwest wan fam bike, bide famkirin û veguherîne û bi vî şêweyî jî barê mirovatîyê siviktir bike.
Çil û pênc salan bêwestan weiz dan û digot: ”Êşa di dilê te de dihêle ku tu bikevî di dilê min!… ez tenê di derbarê êşê de perwerdê didim û bê çawan mirov dikane wê veguherîne.”
Ew mirovên ku derbasî dinyaya Buddha bibin divê êşa xwe bizanin û qebûl bikin, paşê Buddha dibe rêberek ji wan re, ku sedemên êşên xwe fêr dibin û yek bi yek veduguherînin, dikin şadî, aramî û azadî. Di felsefa (an jî ol) Buddha de ji bo pakbûnê (azadîyê) êş sedema bingehîn e û herweha, tenê bi alîkarîya wê mirov dikane azad bibe.
Li gor efsaneyekê, diya wî Maya ew li Lumbini anîye dinyayê. Maya ew şipya hanîye dinyayê, di zayinê de bi şaxê darekê girtiye (jê re dara Bodhi dibêjin, li hêla Hindistan çêdibe, bi qandî sîh-sîh û pênc metroyan bilind dibe). Piştî welidandina Buddha bi heft rojan, diya wî dimre. Navê Siddhartha lê dikin (ango,”ewê ku armanca wî zelal e”). Bavê wî Sudhodana li Kapilavustu (dikeve nava sînorên Nepal) keyê qebîleya Şakya bû. Bavê wî di derbarê paşeroja lawê xwe de gelek pêşbînî, kehanetan dibihîze û guhdarî dike. Li gor van, tenê du rêyên hilbijartinê mimkin bûn. An ê biba keyekî bihêz an jî ê biba buddha. Bavê wî biryara xwe dide ku lawê xwe bike keyekî mezin. Ji ber vê jî wî ji perwerda dînî bi dûr dixe. Bi jiyaneke xweş û tijî kêfxweşî mezin dike. Dema ku hêj şanzdeh salî ye wî bi dotmama wî Yasodhara re dizewicîne, ji vê zewacê lawek ji wan re (Rahula) çêdibe.
Di derbarê mirina wî de fikir û têbîniyên cuda hene. Tê gotin ku heştê salî jîya ye û li gor tradisyonekê di sala 543 ên bz de koça dawîn kiriye.
Rojekê dema Siddhartha derdikeve dervî serayê bi rêzê pêrgî zilamekî yextyar, yekî gelekî nexweş û yekî mirî tê. Ev dîmenên ku ber bi çavên wî dikevin dilê wî diêşînin û wî bi êşa jîyanê û dinyayê serwext dike. Paşê jî rastî çîlekêşekî gerok dibe û bi dû de jî biryara xwe dide ku bi xwe bibe çîlekêşekî gerok.
Siddharta Gautama di bîstûneh salîya xwe de ji mal û seraya bavê xwe diqere ji bo ku rê û çareyekê (him ji bo xwe û him jî ji bo mirovatîyê) ji êşê re peyda bike. Li ba gelek hosteyan perwerda medîtasyonê dibîne. Heta bi şeş salan temrîna wê dike. Dikeve nav grûbek derwêşên ku bi zêdekarî şertên çîlekêşîyê pêk tînin. Ji bêxurîniyê jar dibe ji taqet dikeve, lê dîsan jî tişta ku lê digerîya nabîne. Dawî, ew rêya xwe bi xwe hildibijêre. Rojekê welê li bin dara bodhiyê (darhejîreke Hindî ye) rûdinê û sond dixwe ku nema rabe ser xwe; an dê peyama rewnaqîyê werbigirta an jî dê li wir bimra. Hemî şevê li cihê xwe rûniştî dimîne û dema Stêrka sibê li aso xuyanî dike serkeftin pêk dihê û dibe buddha, bi têgihiştin û vîndarîyê tijî dibe. Buddha wan çil rojên pêşin bi hizûra hişyarbûnê dibuhurîne. Piştre dadikeve Isipatana cem her pênc derwêşên hevalên xwe da vê têgihiştina xwe bi wan re parve bike. Ev her pênc derwêş dibin endamê pêşin ên Civata Rahîbên Bûdîst (Sangha). Buddha, dest pê dike çil û pênc salan weiz û aqilmendîya xwe li derdorê, bi xelkên ji hemî kategorîyên cuda ên civakê re parve dike. Di heştê salîya xwe de dimre.
Mirina Gautama di nivisên kevin ên bi navê Mahaparinibbana Sutta de hatiye vegotin: Buddha dema dest bi rêwîtiya paşîn kir 80 salî bû. Li gorî efsaneyê, Gautama di temenê 80 saliyê de ji xwarina xerabûyî ya ku li Kushinagar (paytextê Hindistana nûjen Uttar Pradesh) xwaribû, bi dizenteriyê mir.
Weiz û aqilmendîya wî ji hêla şagirdên wî ve bi devkî hate parvekirin û piştî mirina wî 200-300 salan hate nivîsandin.
Meriv dikane naveroka felsefeya Buddha di sê beşan de top bike. Bûdîst vê weke ”sutta” bi nav dikin.
Ya pêşin, zanyarîya rêya navîn e; Buddha dixwest, her pênc dostên xwe ji bawerîya ku rêya bi tenê rast çîlekêşî ye, azad bike. Bi tecrubeyên xwe gihiştibû wê bawerîyê, dema meriv tenduristîya xwe têk bibe, qeweta meriv ji bo lêgerîna rûhanî namîne. Berovajî vê jî zêdegavî bû. Meriv divabû xwe ji kurbûn, çavbirçîbûn, tiralî û hemî zêdekarîyan jî dûr bixista.
Beşa duyemîn, zanyarîya di derbarê Her çar Rastîyên Pîroz de ye. Evîya di serdema Buddha de û di ya îro de jî girîng in û bi hezarên salan ê girîngîya xwe dom bikin.
Beşa sêyemîn jî bi eleqe û hewesa dinyayê ve girêdayî ye. Buddha nabêje ku meriv divê ji jîyanê bireve. Ew dixwaze ku girêdana di nawbêna me û dinyayê de ewçend kûr, baş û bi rêkûpêk be. Rêya Pîroz ya Heyşthêlî vê fêrî me dike. Ev perwerde ji bo merivên dunyayê ye, ji bo ewên ku dixebitin û li gel hevedin di têkilîyê de ne.
Buddha êdî gihiştibû hişyarbûneke tekûz û pak (samyak sambodhi), ji bo ku vê ronahîyê parve bike, divabû ku rêûrêbazek peyda bikira. Êdî av hebû, lê cer û cewdikên ku vê avê hilînin jê re divabûn, mîna Her Çar Rastîyên Pîroz û Rêya Heyşthêlî. Buddha bêwestan li her cihî û ji her kesî re ev rastî kad kirin û hanî zimên heta ku mir (mahaparinirvana).
HER ÇAR RASTÎYÊN PÎROZ
Rastîya pêşin ya pîroz êş (dukkha) e. Em hemî bi şêweyekî diêşin. Em di canê xwe de, di hişê xwe de nerehetîyekê his dikin. Em divê bi vê êşê bihesin, nas bikin û wê şirove bikin. Gelek caran pêwistiya me bi mamostayekî (sangha) heye, ew arîkarên me ên ruhanî ne.
Rastîya duyemîn ya pîroz, koka êşê ye; xweza, çêbûn, sedemên wê (samudaya) ne. Em divê serwext bibin bê ji ber çi sedemên madî û manevî em diêşin.
Rastîya sêyemîn ya pîroz jî dawîlêhanîna êşê ye, betalkirina wê ye. Heger em bikaribin û xwe ji kiryar û ew tiştên ku me diêşînin dûr bixin, êş betal dibe. Li vir rola Buddha girîng e. Buddha weke ku hebûna êşê înkar nekirîye, hebûna bextewarî û şadîyê jî înkar nake. Bawerîya ku dibê Bûdîzm dibêje: ”tenê êş li dinyayê heye û em nikanin tiştekî li beramberî wê bikin” xelet e û dijberî peyamên Buddha ne. Ew, ne tenê êşê şirove dike û bi me dide famkirin, lewra ku nîşanî me dide em dê çawan xwe jê rizgar jî bikin. Rastîya sêyemîn dibêje ku çare û dermankirina êşê heye.
Rastîya çaremîn ya pîroz rêûrêbaz (marga) e. Ew rêya ku dihêle em dev ji wan tiştên neçê (ku me diêşîne) berdin. Ji teva jî girîngtir ev e. Ji her tiştî bêtir pêwistîya me bi vê heye. Buddha ew weke Rêya Heyşthêlî bi nav kiriye. Sînî jê re dibêjin Rêya heyşt temrînên rast.
RÊYA HEYŞTHÊLÎ
1-Berpêşkirin, temsîliyeke rast.
2-Hizirkirineke rast.
3-Axaftineke rast.
4-Kiryareke rast.
5-Jîyineke rast.
6-Hewldaneke rast.
7-Konsantrasyoneke (terkîz) rast.
8-Eleqe û baldarîyeke rast.
Peyama di bawermendîya Buddha de ev e: kesek nikane li şûna te dawî li êşên te bîne, heger tu bi xwe nekî. Buddha rêberîyê dike, lê divê tu bi xwe hewl bidî, xwe fêr û rewnaq bikî. Rêya Heyşthêlî te digihîne vê mexsedê, lewra ku ji ber vê ye, Rêya Heyşthêlî dikin sê beş:
1-Medîtasyon
a) Hewldaneke rast.
b) Eleqe û baldarîyeke rast
c) Konsantrasyoneke (terkîz) rast
Ev beş SAMADHI ye, welê bi nav dibe.
2-Jiyaneke exlaqî
a) Axaftina rast
b) Kiryara rast
c) Jiyîna bi şêweyekî rast
Mînakek ji disîplîna jiyîna bûdîstî divê welê be:

  • ez kesî nakujim
  • tiştê ku ne yê min e, ez nagrim
  • ez dest navêjim kesî (di maneya seksê de)
  • ez derewan nakim
  • ez alkol û tiştên hişbirinê bi kar naynim
    Ji vî beşî re jî SILA tê gotin.
    Gihiştina aqil/aqilmendîyê
    a) Têgihiştina rast
    b) Hizirîna rast
    Meriv xwe ji hemî kîn û nefretê pak dike, xwe fêr dike û ji cehaletê bi dûr dixe.
    Ji vi beşî re jî PANNA tê gotin.
    Têbînî: ji bo vê nivisê min gellek nivis û gotar di INTERNETê de li hev dan û ji wan îstîfade kir lê çavkanîya min ya bingehîn dîsan jî ev kitêb bû (bêguman wergera wê ya Swêdî)
    The Heart of the Buddha´s Teaching 1998 by Thich Nhat Hanh

Alî Kut

Back to top button