Peyama sersaxiya Baregeha Barzanî ya ji bo koça dawî ya Hemîd Kiliçarslan
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya siyasetmedarê Kurdê Bakûr (Hemîd Kiliçarslan) Peyvdarê Partiya Demokrata Kurdistanê – Bakûr gihîşt me ku ji ber nexweşiya Koronayê koça dawî kiriye.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî Hemîd Kiliçarslan û serkirdayetî û kadîr û endamên Partiya Demokrata Kurdistanê – Bakûr dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Baregeha Barzanî
28.11.2020