Nivîsar

Banga rastiyê, banga biratiyê ye

Piştî qetilîama 36 zarukênmeyî gunde Robozkê, li mintiqa Uludere

Tewra AKP, pêyvên  R.T. Erdogan û bersivên generalên wan û bê tevdan, bê his û bê dengiya parlementerên asil Kurd ên dinav AKP’de ji bo pêsheroja gelê kurda, li goramin metirsidarek li peşiyame û gelê Kurda dide xwûyakirin.

Li hemberi van buyeran hovane, ev çend roje durutiya medya Tirk à bi teref û dilxweşhiya gelê Tirk ser vê tirajediya kuştina 36 zarukên kurda bi zanebun hatiye kirin ev, ew demên hovitiya diji gelê Kurdistane wek Dersim, Koçgiri, Zilan, Sason û karinên Rejima Sedam Husseîn li ser BARZANI’an  û qatilîyama HALABJA tine ber çavên mirov.

Dewleta Tirk, bi amin dilopa dawîyê bu li ser tasa avê tije, daxiste êrde û êrda Kurdistan ji pariyên koştên zarukênme û laşen wan / me bi bombeyên têyarên xweye ku bi perên ji gel xesipkiri, li dij gel, bi mijandina emega Kurda sitandiye cardin çiyaye Kurdistane gîşt ji xûyîne sor kir.

Bi deh sala, bi deh hêzaran Kurda di zindanada hepis kiri û hemu gelê Kurd tehdît dike.
Bi hemu saziye xwe seferbuye, dixwaze Kurda ji mafên wiye netewî durbixe le dibine bi ser nakeve û xitimiye nizane edî ewê çibike, icar wek bav, kal û bapire xweyê berê dest bi hovitiye kiriye, ji hemu hukên insani wek hertim dur ketiye, bi hari, çav sori dest bi kuştina gundî û zarukan kiriye,

Bi rasti idî divê em xwe û xelke xwe bes bi xapînin, şerme, fediye ev.
Wek Şex Said, Seyid Rizaye Kalême gotibûn EV ZILME, ZORE Û XEDRE BESE wûsa nekin, lê Tirk her tim bi biryarbûn ku ewê heqê Kurda ticari nedin loma dest bi qetilîama Kurda kiribun.

Irojî her eyni tişte, Tirk hemu bi biryarin û naxwazin mafên Kurda bidin û ewê ticari bi hemde xwe mafên netewa Kurda à rewa kabul nekin.
Dive em li xwe vegerin.

Ev siyaseta kurdên meyi BDP’li ku dibejin kes nikare  Kurd û Tirk ji hev biqetine, Kurd û Tirk birane, em wek goşt û neynûk di hevdene û problemê meyê ên ala tirka û dewleta wê tinîne, emê Partiya Siwane jî li seransere Tirkiye vekin û seranseri Tirkiye Xweseriya Demokrasa Ekolojik avakin. Û ne ji mebe, wûn li wan çiyayên me bi taburên xweye leshkeri û generaleki xwe rojeki jî nikarin li çiyayên me bimînin û yek rojeki jî ala xwe nikarin dalaqandi bidin seknandin.

Hevalno, pismamno û birano win siyaseteka gelek xelet dimeshînin û win di xefleteki gelek giran dane, ev siyasetawe bi zore be jî nameşe werin dev ji vê siyaseta rebenok qels û sitûxwari dev jê berdin.

Problememe, ev hêzar sale biwan re, bi dewleta wan re û bi ala wan re heye û em û Tirka bi ZINCIREN KALIN JÎ wûn me bi hev bidin giredin emê disa nikaribin bihevre bijin û emê ticar nikaribin bibin biraye hev.

 Ji ber ku ferhenga çandme, kultur, koka Ziman û axame ne yekin, em Kurd heqên gelan û mafên gelan nas dikin û rûmet didine… Lê Tirk di hemu diroka xweda bi belge her tim eksê wêne.

Tirk, Dewlet û hukumeta wan bi salane vê yeke ew baş dizanin loma ew her tim bi derew, bi planên gelek xerab û qirêj ji hemu rastiyê dur û bi her awayê ji insaniyete der, tiştên pir xirap bi gelê Kurda dikin û didin kirin.

Bi amin Ji iro pêda, em gişt bi hevra hemu gelparez, welatparezên kurd û dostên xwe re, Ji Şirnak – Uludere bigre,  hetani Ezorom û ji sinorên Adana, mersin bigre, berbi cepeyeki netewî û demokratik, ji bo yekitiya nav xwe kurda  bidin avakirin.
Û ev  cephe bi bangin ji hemu cihani, di bin çavgeriya hemu cihanida, bi awayeki demokratik zorê bidin Tirkiye ji bo referandumeki azad avabibe bixwazin.
 
Ji bo serxwebûne herin raya xwe bavêjin û em bi her awayê xwe ji vê mejûyê Fashist, nijadperesta, heq nexweş û nênasa Tirki, em gelê Kurd wek kûrê camera û laîqe mejiye medeniyeta mirovatîye ya hevdem ji van Tirkên mejî xirab, du ru, derewker veketin û mafê gelê xweyê Kurda ên rewa, li ser xaka bav û kalê xweyê 5000 sale, devletaka KURDISTANE avakin.
  
BI HEBÛNA DEWLETEKI TE
            TU BI RÛMET Û REZDARI LI HEMU DINYAYÊ NUNERE GELÊ XWEYÎ.

 Xwe bi xwe idare kirin Jiyana gelete xweşiktir bibe, bi zimanên xwe, çand, kultur û dewlemediya axa xwe û bi azdiyek rek, pek, bi tâmtir, şirîntire û li ber çavên devletên cihane qedirtir û rûmeta te her tim bilintire…

Silav

05.01.2012

Suayib Adlig

Back to top button