Nivîsar

Li Bexdayê teqîn mirî û birîndar hene

îro sibehî li Bexda ya paytextê Iraqê du teqînên mezin pêkhatin û di encama van teqîna de 10 hevwelatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar hene.

Li gora ragihandina  berpirsên wezereta navxwe  cihê ku teqîn lê çêbûyîn li nevçeya Sedir e. Di vê derbarê de berpirsek yî wezereta navxweya Iraqê got: Îro li navçeya Sedir teqînek pêkhat, zererek mal û canî kir. Piştî teqîna yekem xelk kombûn û di cih de teqînek din ya duyem pêkhat. Di encama herdu teqînan de 10 kesî jiyana xwe ji dest da û 35 kes jî birîndarin.

Piştî vê daxuyaniyê demek kurt du teqîn din pêkhatin û di encam de hêjmara kuştiyan bû 25 û 70 jî birîndar hene. Ev teqînên îro hemû li herêmên ku Şîa tê de dijîn de çêbûn.

Taybetî piştî aloziyên li Iraqê peyda bûyî rojane li bajarê Bexdayê teqînên bi vî awayî pêktê. Ev jî dibe sedemê tirsekî mezin ku Bexda li rojên berê vegere û heta ev yek ber bi şerek navxweyî de herê.

Rojevakurd

Back to top button