Nivîsar

TRT Şeş Gava Herî Berbiçave

TRT Şeş gava herî berbiçave ku dewletê heta niha avêtiye. Gotineka rojhilata dûr heye ‘rêveçûneka dirêj bi gavek piçûk destpê dike’ TRT Şeş jî gava yekem ya vê rêveçûna dirêje, tiştên din pûç û vale ne.

Li gora bîranîya min, di nav daxwazên Kurdan de mafê televizyon  û  radyoya kurdî her dem di rêza yekem de bû. Ev yek beriya perwerdehî û nasnameyê jî tê. Kê  derbarê xwestinên kurdan de deve xwe divekir, digotin madem televizyon û radyo ya Tirkî heye, bila kurdî jî weşanê bike. Ma em jî bacê nadin? Ev xwestin tiştek wisa bû ku yên vê dixwestan zen dikirin ku ti car nagihîjin vê yeke. Dem borî, roj hat cih de gotinek derket holê ku wê dewlet weşana kurdî bike. Yên vê seh kirin bawer nekirin. Ya rastî ez jî di nav wan kesan de bûm.

Rojek ji roja havînê bû, germ bû. Weke herdem dîsa min berê xwe da pirtûkxaneya Silhedîn ya li ser kolana Îstîklalê. Di wê demê de hevalekê min ê DTPyî liqayî min hat. Piştî xweşamediyê got ‘hikumetê niyete qenaleke kurdî veke. Ji min navên ku bikaribin li ser vê qenalê bername çekin xwestin, min navê te jî da’
Ez şaş bûm. Xwestineka kurdan ya ku ji serî destpê kirina weşanê heta niha dixwestin, pêk dihat û hevalê min jî vê yeke weke tiştek asayî ji min re digot. Yahu lazim bû ku ez û wî biketana mile hevdû û me govend bigirta.

Piştî demek din min ji Umît Firat xeberê seh kir. Ji bo fikr û ramanên xwe ji midurê giştî yê TRTê İbrahîm Şahîn re bibêje, wî d’ewet kirine. Proje her çiqas diçe pêşve diçuya.

Paşê min fêhm kir ku nêzî 100 hunermendên kurd d’ewetî wê xwarinê kirine, ji wana jî nêzî 60 kesan beşdar bûne. İbrahim Şahin dirêj dirêj vê projeya nû diyar kir. Di serî de hatiye plan kirin ku qenalek pirziman ava bikin, lê ewî israr kiriye ku bitene qenalek kurdî bê ava kirin, serokwezîr jî piştgirî daye vê pêşniyarê. Heta bi vê armancê ku qanûna TRTê were guherandin, 3 roj li meclisê xebitiye. Ji bo guherandina qanûna TRTê ku ji xeynî Tirkî zimanên din jî weşane bikin, zehemetiyên ku lê rast hatîn jî anî ziman. ‘Ji Xwedê ez ne kurdim, hey na ev qanûn hêsanî nederdiket. Paşê mafê axavtinê da herkesi. Min jî tiştên mina vê got.  

Gava herî lêhenge ku dewletê avêtî.

Yek; heke ev qenal bibe alavê ku dîtina fêrmî bi kurdî ji kurdan re bibê je, qed nevekin, destbi vî karî nekin.

Didu;  kurd hez merş û dew dikin, heke hûn dîmenê şivanekî deynin ser wêneyê du bizin û mihikan, destpê nekin. Heke hûn dixwazin tiştek wisa bikin, çewa hûn qenaleka çand û hunere rêve dibin, vê ji bi kurdî bikin. Jixwe kurd tirkî zanin, weke herkesî ew jî hemû qenalan temaşe dikin. Heke hûn bixwazin li ba kurdan qenalek bi rumet ava bikin, bi awayek jidil nêzî wana bibin.  Bêyî heqaret li tu kesan an jî berz kirina tu nijadan… qenalek mexsed bazirgan çewa be, vê jî wisa çekin. Heke hûn tiştek wisa çekin, hûnê xizmetek mezin bidin demokratîkbûna Tirkiyeyê. Heke hûn li ser vê yeke bikevin, dê ew gav di dîroka 70 sal ya Tirkiyê de bibe gaveka bitenê berbiçav. Ji ber vê yeke girînge. Ji aliyê din ve jî wê were wateya ku dewletê devji înkar û asimilasyona fermî berdaye. Înşelleh gavek bi hişmend be.

Di serê sala 2009an de TRT Şeşê dest bi weşanê kir. Herkes rabû ser piyan. Herkes tiştekî dibêje. Hin kesên ku nêzî PKKê ne, heçkû ew di hemû karên xwe de legalin, gotin ku bingeha qanûnî ya vê qenalê tune ye û li ber wê qenalê derketin. Hin kesên ji heman beşe gotin ev sermayexistina hilbijartinê ye, wê piştî hilbijartinê were dadan. Hin kesan jî gotin  heke dijûna li me keç û jinên me neke, emê temaşe bikin’

Min bê şert piştgirî da. Başe lê min çima piştgirî da? Ez dixwazim îzeh bikim. Baweriya min ewe ku pirsgirêka kurd pirsgirêka kurdiye. Nivîskarekê ku ez jê pir hez dikim wisa dibêje ‘ kîjan aliyê mirov di bin zorê de be, nasnameya wî ewe’. Li gor vê zimanê kurdan di bin zorê de ne û nasnameya wana jî zimanê wana ye. Ji berê heta niha ev qas êş û elem ji ber zordariya li ser ziman pêk hatibû û niha jî ji bo vê pirsgirekê gavek berbiçav tê avêtin. Nexwe lazime ev gav bê piştgirî kirin. Mijara qanûnî bûnê… dibe ku divê mijarê de serastkirinek qanûnî pêk nehatibe. (Birastî qanûna TRTê hat guherandin) ez mijarê ne ji awayê qanûnê ve mêze dikim, ez ji awayê meşrûbûnê mêze dikim. Heke meşrûbûna sepandinekî mewzû behs be, ez li qanûnê nanêrim. Heke qenalek rojê 24 seet weşane dike, bi xêra wê 2-3 peyvên kurdî  xilas dibin. Li gor min xilas kirina 2-3 peyvan, ji xilas kirina 2-3 bost erd çêtire. Mirov dikare li herderî bijî, lê nikare bê ziman bijî. Tu nikarî welat û axa xwe bibî herderî, lê tu dikarî zimanê xwe bibî herderî. Kerem bikin ser mîkrofonê…  

Min jî bi vê armancê mil da vî barî û bi hevalê xwe Firat Cewerî yê ku bi tene kurdî binivîse, bixwîne, zimanê xwe pêşve bibe, beriya çend salan sirgûnê Swêdê bibû û li wê dere kovara Nûdem derxist, nivîskarek hêja re destbi bernameya ‘Em û Dem’ê kir. Di vê bernamê de di derbarê çiqas  şexsiyetên ku ked dabin edebiyata kurdî, me derheqê wana de agahî da , wana da naskirin, behsa berhemên wana kir. Ji Celal Bedîrxan bigirin heta Cegerxwîn, Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Mehmet Uzun û Mihemed Beksî, me hemuyan anî rojevê. Seranserê didu salan, tu caran bernameya me nehat sansur kirin. Hin hişyarî jî derheqê rastbûna agahiyên ku me didan de bûn. Ji bilî vê me tu midexale nedît. Şuna vê ji koordînatorê berê Sînan İlhan heta koordînatorê niha Fethullah Kirşan û hemû   xebatkarên wê, me her dem piştgirî dît.
Ez çîroka hevalên din nizanim. Ez li gor dîtina xwe vedibêjim.

Zimanê qedîm ê Mezopotamyayê (mezra bota)

Belê ji bo çi ez vê dikim? Di rojên dawî de TRT Şeş bi wesîleya gengeşiya ‘aşufte’ hat rojevê. Di vê mijarê de gellek nivîskarên, yên zana û ne zan, TRT Şeşê rexne kirin, dan ser. Heta yekî ji wan got ku piştgiriyê daye TRT Şeşê, peyvek be jî kurmancî nizane, lê li gor wî ev qenal negihîştiye armanca xwe. Gelo armanca qenaleka Televizyonekî çiye; Şa kirina mirovan; bi tenê eve… ji xwe televizyon besteka (qutî) ehmeqa ye. Mirov di wextên xwe yên vale de dixwazin li hemberî wê demên xweş biborînin, ev qas. Heke hûn ne misyoner bin, derde we yê peyam şandinê tune be, televizyon tiştek wisa ye. Ema li cem me ne wisa ye. Ji xwe navê te TRT Şeş be, qed ne wisa ye.

Çimkî ji berê ve jî, heke mirov li ser kurdî bixebite, pirtûk binivîse, roman an jî çîrokan binivîse, jê re digotin miheqqeq ew siyasete dike. Vê rewşê jî kurdî kir zimanê siyasete. Kurdî axavtin jî weke siyaset kirin hat qebûl kirin. Axavtina kurdî ji kurdî nezana re weke dijûn hat hesab kirin. Hâlbuki bi kurdî bi tene ne siyaset dihat kirin. Kurdî zimaneke herî qedîm yê mezopotamyayê ye. Zimanekê edebiyatê (wêje) hünere, siyasete, tibê û sosyolojiyê (civak) ye. Yanî zimanê din çibin kurdî jî ewe. Ji ber vê, xilas kirina kurdî, xilas kirina ji vî barê giran ê siyasete dibore. Bi kurdî bernameya jinan jî tê çê kirin, bernameya ger jî, hüner jî, siyaset jî dîn (ol) jî tê çêkirin. Mîna di TRT Şeşê de tê kirin…

Dema TRT Şeşê destpê kir, kesên bername çêdikiran, tev ne bistebîn ku bernameyan bi hêsanî çekin. Bi endîşeyên zimanê min ew qas ne başe, ez nikarim xwe baş îfade bikim, ez mewzûatê baş nizanim tevgerîn. Lê hêdî hêdî herkes serbest bû, zimanê wana vebû. Nîlufer Akbala ku Zaza ye, bi kurmancî stran got. Aydin Aydin ê ku xwe baş îfade nedikir, bernameya şahiyê amade kir, piştî ku Kadîr Îpek dest bi bernameyan kir, kurmanciya xwe baş pêşve bir. Prof. Kadrî Yildirim ê ku weke pisporê herî girîng yê edebiyata klasik a kurdî tê zanîn bi saya vê qenalê derket holê, meleyan derketin ser mîkrofonê, ji zarokan re bernameyên baş hatin çêkirin; bernameyên muzîk, şahî û gerê ji qenalên din nekêmtirin.

Zimanê kurdên li kolalan jî vebû. Kurdî hêdî hêdî ji hewaya bijehr ya siyasete dûr ket. Mirovan li hemû deran bi hêsanî kurdî axivîn. Di bingeha van hemûyan de xêr û bereketa TRT Şeşê pir mezin e. Piştî van hemûyan yê rabe û bêje TRT Şeş negihîşt armanca xwe, bêbawer e.


TRT Şeş mîladek e

Çima TRT Şeş li herêmê weşana bejayî nake?
Ji bo ku TRT Şeş belav bibe, bikaribe bi qenalên din re reqabetê bike, projeyên we hene? Ji meseleya reklamên bi kurdî xebatên we hene? Gelo saziyên fermî nikarin bikurdî reklamên xwe bikin û bibin pêşengê vê mijarê? Mesela çima reklamên THYê li ser TRT Şeşê tune ne? Weke hûn jî zanin yekane hatiniyên qenalan reklamin, di vê mijarê de em fikren we mereq dikin…

Em dikarin pirsan zede bikin. Ez van pirsan jî ne ji bo ku li vir cûdati heye dipirsim, lê heke bê pirsin, divê pirsen rast bên pirsin. Encex bi van pirsan mirov dikare lênêrîna dewletê fêhm bike. Hey na bi pirsen ku ‘berê hunermendê  li vira dixebitî, çima niha naxebite?’ an jî ‘çima bernameya filan kes ji weşanê hat rakirin?’ em nikarin bigihîjin tu qonaxan.

Piştî van hemûyan em çi bipirsin, bersivên çewa bigirin, bila bê girtin, lê TRT Şeş gaveka herî girîng û berbiçav e. Ewil divê ev bê qebûl kirin. Li gor min gaveka herî lêheng û radikale. Heke dewletê vê gavê neavaêtibûya, tu cara nedikarî gavên din, aşitiyek bi rumet jî daxilî vê, bifikire jî.


Muhsin Kızılkaya

çavkani: star- açıkgörüş/Xeberênkurdî

Back to top button