Civak
Başbug çû dadgehê û wek tawanbarekî êfade da
Îro danê êvarî serokfermandarê kevin yê hêzên çekdarên tirk Îlker Başbug çû dadgehê û dozerekî êfada wî girt.
Di dîroka cumhuriyeta Tirkiye de ev cara yekem e ku, serfermandarek bi tuhmeta tawanbariyê êfadê dide dozerekî.
Di derbarê Îlker Başbug de dozerê xwedî desthilatdariya taybet di çerçova bûyerên ku leşkeran û hinek generalan kirî doz vekirîbûn. Di çerçova vê dozê de Başbug jî wek tawanbar derket himberê dozer û êfade da. Pêvajoyê pîştî vê gavê dê dadgeh bide kifşkirin.
Êfada Başbug berdewam e, piştî êfade wê dozer biryarê bide ka gelo dê Başbug serbest bike, yan jî dê wî bi daxwaziya girtinê rêbike dadgehê….