Me tu agahdarî nedaye kesekî
Dezgehê Istixbarata Netewî ya Tirkiye(MIT) di derbarê komkujiya Qilebanê de daxuyaniyek belavkir. Wek tê zanîn piştî balefirên dewletê 35 gencên kurd bi bombebaranê ew komkujiya bi hovitî kirin., gelek daxuyaniyên cuda ji aliyê serfermandar û berpirsên dewletê ve hatin dayîn.
Hinek rojnameyên Tirka li gora xwe ji bo bi awayekî vê komkujiyê meşrû bidin nîşandan nivîsîn ku, dezgehê îstixbarate netewî(MIT) agahdarî dane leşkera û MIT-ê di agahdariyên xwe de ev gruba gencên sivîl wek grubek çekdarên PKK-ê daye nîşandan û ji bo vê jî balefir ji Diyarbekir rabûne û ev komkujî kirine.
Lê daxuyaniya MIT-ê ya îro gelek balkêşe û MIT di daxuyaniya xwe de dide kifşkirin ku, wan bi tu awayî di derbarê vê bûyerê de tu agahdariyên istixbaratî nedane tu kesî û hêzên çekdar jî.
Piştî vê daxuyaniyê cardin eşkere dibe ku serfermandariya tirka bi zanebûn ev komkujî pêkaniye. Herweha li herêmê leşker ji van çûyîn hatina agahdarin û gelek bi vekirî dizanin ku ew kesên hatîn kuştin hemî sivîlin û bê çekin .
Piştî vê daxuyaniya MIT-ê dê berê gotubêja di vê babetê de bide deverên din. Herweha ev daxuyanî daxuyaniyên berê yê wezîrê derve jî derew dertêxe. Ev hemû dide diyarkirin ku planek bi zanebûn ji bo vê komkujiyê hatiye kirin.
Rojevakurd