Civak
Banga Ocalan radihînin..!
Şanda DEM’ê îro cara sêyemîn çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Heyeta serdana Îmralî kirî, dê vegere Stanbulê û li Taksîmê de banga Ocalan ragihînin.
Şanda Îmraliyê ya Partiya DEM’ê îro cara sêyemîn çû serdana serokê PKKê Abdullah Ocalan. Heyeta ku beriya niha ji Parlamentera DEM’ê ya Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat, ji 7 kesan pêk hat. Şanda ku serdana xwe ya sêyemîn bo giravê kir; Ji bilî Onder û Buldan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk, Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û parêzerên Ocalan Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê.