Balyozê Suudiye li Rûsya daxwazê ji sê dewletan kir ku rêz li daxwaza gelê Kurd bigrin. Heman demê de piştevaniya welatê xwe ji bo mafên Kurd û mafê çarenivîsa Kurd derbirî.

Raed bin Khaled Qarmali Balyozê Suudiye li Rûsya, li baregeha balyozxaneya welatê xwe û li hevdîtineke rojnamevaniyê da got: Pêwîste xelkê Surî bi xwe çarenivîsa xwe bi destê xwe diyar bikin, heman demê de rê xweş bikin da ku hemû pêkhat û etnîkiyên din jî mafên xwe diyar bikin.

Qarmalî daxwazê ji welatên tirkiye, Iraq û Suriye jî kir da ku rêz li daxwaza gelê Kurd bigrin bo ku rê bidin çarenivîsa xwe ew bi xwe diyar bikin. Her wiha got: Em amadene destê yarmetî û piştevaniyê ji bo gelê Kurd dirêj bikîn, da ku bibê geleke serbixwe û ji aliyê zarok û gedeyên xwe ve hukma xwe bikin.

Her wiha got: Mafê Kurdan heye daxwaza serbixweyî bikin ku mafên wan parastî bê, ew li rêzê pêşî ya şerê Da’îş da bûn, hewl jî dane li navçeyên xwe bin desthilata xwe da prensîpên demokrasiyê bi cîh bikin. Li gel ewe da jî alîkariya gelek Ereban kirine ku ji şer koçberê Kurdistanê bûn”.

Di derbarê Kurdên tirkiye jî Balyozê Suudî dibêje: Rewşa Kurdên tirkiye ji Kurdên Iraq û Suriye xeraptire, li gel ewe da jî zêdetirîn hejmara Kurdan li tirkiyê ye, eve çendîn sale ji aliyê desthilatdarên tirkiyê ve tuşî asîmîlasyon û bêbeşkirina mafên xwe bûne, bi cûreyek ku welatiyekê Kurd li tirkiyê de wekî welatiyek muamele li gel da nayê kirin”.

Qarmalî dibêje: Ew rewşa li bin desthilata Erdogan da hatiye holê, bi tevahî dilgiraniya me zêde kiriye, min pêşniyara ewe nakim li hemû danustandinek da hevkarî û piştevaniya tevgerên serbixweyî ya gelan bikîn, lê belê Kurdistan rewşeke taybete, neku tenê ji ber wê yekê ku Kurd mezintirîn pêkhatên bê dewletî yê navçeyê ye, belku ji ber wê yekê ku gelek baş hêjayî mafê serbixweyî yê selmandine, navçe jî bi vê dewletê sudeke gelek werdigre.

Balyozê Suudiye dibêje: Divê ewe jî ji bîr nekîn ku Kurd bi tenê li lîstokên di navbera neteweyên din da baceke giran dane, bi taybetî li piştî şerê yekemê cîhanî û rêkeftinên Sykes Pickot, lê belê ewên din wekî mînak wekî tirkiye, bo ku bigihin mafên xwe rabûn mafên Kurdan binpêkirin, Kurd bi tenê maye û baca wê hemû zulm û sîtemê daye ku bi dirêjahiya sed sale li navçeyê de hatiye kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: