Balyozê Rusya yê Tirkiye Andrey Karlov li Enqere di encama êrîşek çekdarî de jiyana xwe ji dest da.Balyozê Rusya li Enqere pêşêngehek weneyan de mêvan bû. Dema di pêşengehê de axavtin dikira kesek li pişt sekinî û ew da ber gula. Kesê êrîşker dema gule berdan balyozê Rusya got ev ji bo Helebê ye.Piştre kesê êrîş kirî ji aliyê polisan ve hate kuştin. Kesê ku balyozê Rusya li Enqere kuştî polisek bi navê Mevlüt Mert Altıntaş bû.fft16_mf8200067Kujer Mevlüt Mert Altıntaş Piştî bûyerê serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan bi rêya telefonê pêwendî li gel serokê Rusya Putin danî û di derbarê bûyerê de agahdarî danê.Rusya jî da xûyakirin ku, ev bûyer tu bandorê pêwendiyên herdu welatan nake. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: