Nivîsar

Alaya Kurdistanê beşek ji Mêjûya Kurdane

Rojevakurd pirsî û Zeynelabidin Zinar bersiv da. Zinar dibêje: Divê mirov rêz li Ala Kurdistanê bigre. Rojevakurd: Alaya  Kurdistanê berî hebûna partiyên siyasiyên kurdistanî hebû û gelê kurd her ji deme şoreşên berê bi taybetî li bakur heta digehe komara Kurdistan li Mihabad û şoreşa Îlonê li başûr kurdan ew ala parast û weke alaya xwe ya neteweyî dizane.Di roja îro de ew ala li ser parlamento û hikûmeta Kurdistanê bilind diheje û li gelek welatan jî îtîraf pê dikin û li civînên fermî li ser masê tê danîn. Ew ne alaya partiyekê, lê alaya kurdan e.Ew alayê bûye beşek ji dîroka kurdan ji aliyê hin partiyên kurdan yên weke PKK/PYDê vê tê şewitanin û bê hûrmetî pê tê kirin. Gelo hûn vê yekê bi çi ve girêdinin û bi çi awayî dinirxînin? Zeynelabidin ZinarROJA ALAYA KURDISTANÊ PÎROZ BEÎro li dinyayê miletek, neteweyek û dewletek bê alaya xwe ya netewî tune.Jimara dewletên ku îro endamên Yekîtiya Neteweyan in, 193  ye. Ji bo her dewletekê alayeke nijadî heye. Li wan dewletan çendî ku alayek/sembolek ji bo her partiyeke siyasî hebe jî, lê tev rêz li alaya xwe ya nijadî digirin. Ji ber ku ew ala, nîşana hebûna netewî ye.Alaya her welatekî, ji aliyê rengan ve cuda cuda ye. Herweha alaya ku Neteweyê Kurd jî bo xwe pejirandiye, ji rengê kesk û sor zer e û 21 tîrêjên wê hene di navê de jî wêneyê rojê bi awayekê geometrik cih girtiye.Neteweyê Kurd, li gor hin belgeyên mêjûyî, ev e 15 hezar sal in ku li ser vê axa bi nabê KURDISTAN niştecî ye. Pêşiyê wan bi navê KÛTÎ û KURTÎ weke du birr binavkirî bûne. Kurdan hetanî dema Îslamê, deh dewlet û du Împeretorî avakirine. Her yek ji wan dewlet û împeretoriyan, alayeke xwe ya nijadî hebûye û sembola qiral, key an kesên wisa jî hebûye.Piştî Îslamê jî dema Kurdan mîrektiyên xwe avakirine, dîsa her yekê alayeka xwe hebûye.  Di serê sala 1800î de dema ku Mîr Bedirxan (1802-1868) deshelatiya xwe li seranserî Kurdistanê avakiriye, dirav jî çap kirine, top û tifing çêkirine, têkelî bi welatên Ewrûpayê re daniye û xwendevan hinartine  Ewrûpayê, alayeke wî jî hebûye.Yezdan Şêrê ku ji 1853 hetanî 1856an piraniya axa Kurdistanê girtibû binê desthelatiya xwe û ku hejmara leşkerên artişa wî gehabû 80 hezarî, bêguman xwdamnê alayekê bûye. Di straneke folklorî de ku di 1887an de ji aliyê kurdekî Cihû ve li  ser şerê Yezdan Şêr hatiye gotin, tê de behsa  “beyraq”ê kiriye.Ji sazûmana dewletiyê zêdetir, di dema eşîrtî û axatiyê de jî, ji bo her eşîrekê potekî ku karê alaya wê eşîrê dide nîşandan hebûye. Min di dawiya salên 1950 de çend car dîtiye, dema du eşîr an du gund şer kirine, her yekê wan li aliyê xwe potekî rengîn wek ala hildaye û bi wateya ku em ev in dane nîşandan.Taybetmendiya Alaya Kurdistanê, nîşana rojê ye. Ev jî di mêjûya Kurdan de wateya xwe ya olî û çandî ye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn û nîşana nûjînê eşkere dike. Hejmara tîşkan bi 21ê jî, di ola Kurdan de wateya Yezdanî ye. Rengê sor  xwîna Şehîdên Kurdistanê ye, rengê kesk nîşana xwezaya Kurdistanê ye û rengê zer jî ruhnî û azadî ye. Li ba Împeretoriya Medan jî, tê dîtin ku rengê kesk û sor û zer her bi vê wateyê hatine bikaranîn.Di van sedsalên dawîn de jî ev Alaya Kurdistanê ya bi rengên kesk û sor û zer bi taybetî di 1920î de ji aliyê Teşkîlata Ictîmaî ya Cemîyeta Kurd ve hatiye bikaranîn.Rêxistina Xoybûnê jî her van sê rengan wek Alaya  Kurdistanê bi kar anîye.Komara Kurdistan a Araratê jî dîsa van sê rengan wek Alaya  Kurdistanê bi kar anîye.Di Kovara Hawarê de gelek nivîs û helbest li ser Alaya Kurdistanê ya bi rengê kesk û sor û zer hatine weşandinbe.Mîr Celadet Elî Bedirxan di gotareka xwede wiha Alaya Kurdistanê daye nasandin:“Her milet xweyiyê aleqê ye. Al nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e. Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedrbûna ala xwe, beperwa xwe didin qûştin. Ala her miletî jê re beha ye. Di cejn û şahînetan de qesr, xanî û qûçayan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, slavan lê diqin, di rêveçûna leşqerî de diveqin pêşiyê. Lê alên miletên dîl, weq ya miletê me, ji her der biderqirî, lihevtewandî li ser dilên zarowên wan de hilandî ne. Miletên dîl dixebitin xwîneên xwe dirijênin qo biyaniyan ji welatên xwe bikewirinin û alên xwe li ser qalat û bajarên xwe ji nû ve daçiqînin.Ala her miletî bi çend rengan û bi şiqleqî din e. Ala kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û qesq e, di nava wê de roj diçirise.” Hawar, Hejmar 9 (30 Îlonê 1932)Sal 1932, Alaya Kurdistanê, di 1932an de li ser herdû bergên kovara Hawarê jî (1932), bi rengîn hatîye çapkirin. Rengên alayê kesk, sor û zer e.Dema min bihîzt ku PYDê Alaya Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê şewitandiye, min nedixwest ku ez bawer bikim, min bawer dikir ku leşkerên Rejîma Be´sê ew kirêtî kirine. Lê piştre eşkere bû ku PYDê kiriye.Ew Alaya Kurdistanê ku bûye beşek ji Mêjûya Kurdan û ku ji aliyê PYDê vê hatiye şewitanin, bêrêziyeke mezin e ku li Neteweyê Kurd kiriye.Alaya neteweyan çi dibe bila bibe, divê meriv rêz lê bigire. Yanena, şewitandina alayê bêrêzî ye, niheqî ye, nemirovî ye, bêtoretî ye û binpêkirina pîroziyên Neteweyê Kurd e.Bi hêviya ku rojek berî rojekê rêz û rûmet li Alaya Kurdistanê bêtin wergirtin.Roja Alaya Kurdistanê li neteweyê Kurd û li cîhana medenî pîroz be.17/ 12/ 2016Zeynelabidin Zinar

Back to top button