Cîhan
Balefirekî Azerî ket xwar
Balafira rêwiyan a Rêhewayên Azerbaycanê ku ji Bakûyê diçû Grozniyê li nêzî bajarê Aktau yê Kazakistanê ket xwarê.
Di balefirê de 67 rêwî û 5 karmend hebûn, balefir li refeka çûkan ket û ket xwarê. Wezareta Tenduristiyê ya Kazakistanê ragihand ku 6 kes ji balafirê xilas bûne û rewşa wan giran e.
Balafira rêwiyan a tîpa “Embraer 190” a Rêhewayên Azerbaycanê li nêzî bajarê Aktau yê Kazakistanê ket xwarê. Hat ragihandin ku di balafirê de 67 rêwî û 5 xebatkarên balafirê hebûn, hat hînbûn ku beriya bikevin balafirê daxwaza daketina lezgîn li ser Behra Xezerê kirine. 52 personel û 11 wesayîtên berpirsiyariya Acil a Kazakistanê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên rizgarkirinê midaxeleyî şewata balafira ketî kirin.