Ji partiyên muxalefetê derbasî AKP’ê dibin.
![](/wp-content/uploads/2022/03/akp-438x470.webp)
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tê diyarkirin ku 12 şaredar ji partiyûn xwe îstifa dikin û tevlî AK Partiyû dibin. Herweha ji Partiya Pêşerojê jî 4parlementerûn din dê tevlî AKP’ê bibin.
Tê îdiakirin ku parlementer û şeredar, yan di civina koma AK Patiyê de yan jî di kongreya meha Sibatê de bê kirin dê tevlî AK Partiyî bibin.
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu gotibû: “Ger Serokomar telefon bike ez ê vegerim” û wiha pê de çû, “Pêwîstî bi tevgereke mezin a vejînê heye. Îşaret bi vegera xwe ya AKP’ê kir û got, “Ez amade me ku piştgiriyê bidim wê tevgerê.”
Duh Parlamenterê Enqerê yê Partiya Pêşerojê û Serokê berê yê parêzgeha Enqerê yê AKPê Nedîm Yamalî ragihandibû ku wî ji partiya xwe îstifa kiriye.
Demek dirêj e li pişt perdeyê tê îdiakirin ku Yamali dê derbasî AKP’ê bibe.
Li gorî nûçeya Rojnameya Turkiyeyê, îstifaya Yamalî îdiayên derbasbûna wî ya ji bo AKP’ê xurtir kir.
Tê gotin ku navekî din ê ku dê ligel Nedîm Yamalî bikevin nava AKP’ê Parlamenterê Partiya Pêşerojê yê Stenbolê Selîm Temurcî ye.
Di paşperdeyê de tê gotin ku dê di rojên pêş de hin endamên İYİ Partiyê bikevin nava AKP’ê ku muzakere lê didome.