Bakur piştgirî da gotinên Nêçîrvan Barzanî
Siyasetmedar, karsaz û rewşenbîrên kurd piştgirî dan daxuyaniya cîgirê serokê giştî yê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî a derbarê muxatabiya PKK’ê de. Siyasetmedaran aşkera kir ku Barzanî rastiyek aniye zimên û divê dewleta tirk li gorî vê rastiyê tevbigere.
Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê Sêrtê Osman Ozçelîk, rojnamevan û nivîskar Altan Tan, Qunciknivîskarê rojnameya Tarafê Orhan Mîroglu û serokê GÜNSİAD’ê Şah Îsmaîl Bedirhanoglu, nêrînên xwe yên derbarê daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî de ji Warvînê re vegotin. Barzanî, di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku divê dewleta tirk ji bo çareseriyê PKK’ê muxatab bigre û pê re bikeve diyalogê.
Qunciknivîskarê rojnameya Tarafê Orhan Mîroglu wiha got: “Birêz Barzanî û rêveberiya PDK’ê her tim tiştên wiha dianîn zimên. Gelek caran dubare kirin ku ev pirsgirêk bi şer, tundî û operasyonên leşkerî çareser nabe, encax bi riya diyalog û aştiyê çareser bibe. Ev daxuyaniya birêz Nêçîrvan Barzanî jî daxuyaniyeke di cih de ye, erênî ye û ji bo çareseriyê hevkariyek e. Kesên ku dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, dê piştî vê daxuyaniyê careke din rûnên û bifikirin. Ji ber vê yekê ev daxuyanî pir girîng e.”
Rojnamevan-nivîskar Altan Tan jî got: “Ji aliyê PDK’ê de daxuyaniyên evqas zelal zêde nedihatin kirin. Bi ya min ev daxuyaniyeke yekemîn e. Ev daxuyanî nîşan dide ku PDK dê di demên dawî de di polîtîkaya kurd de risteke aktîf bilîze. Ev gotinên Barzanî nîşan didin ku dê ji vir û şûnde têkiliya di navbera kurdan de nêziktir bibe. Lê tişta girîng ev e; gelo ev polîtîkayên bi vî awayî dê di pêşerojê de jî bidomin an na? Em ê ji nêz de bişopînin.
Parlamenterê BDP’ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk diyar kir ku BDP di warê çareserkirina pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û kulturî de muxatab e û got: “Bes di warê sekinandina şer de, muxatab em nîn in. Birêz Nêçîrvan Barzanî gotineke di cih de kiriye. Çimkî yên ku bi dewletê re şer dikin PKK ye. Ji ber vê yekê divê dewlet rawestandina şer ji şervanan bixwaze, bi PKK’ê re rûnê. Birêz Barzanî rastiyek vegotiye û yên ku dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, divê li gorî vê rastiyê tevbigerin. Hêj duh tezkereya şer di parlamentoyê de hate qebûlkirin. Lê bawer im dewlet dê rojek muxatabiya PKK’ê jî qebûl bike û li ser vê erdnîgariyê êdî şer nemîne.”
Her derheqê vê mijarê de serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Başûrê Rojhilat (GÜNSİAD) Şah Îsmaîl Bedirhanoglu jî dibêje: “Berê me jî gelek caran daxuyaniyên ku dişibin ên birêz Nêçîrvan Barzanî dabû. Em piştgirî didin vê daxuyaniyê, daxuyaniyeke di cih de ye. Ev daxuyanî, piştgirî dide daxuyaniyên me yên berê jî. Divê muheqeq dewlet bi aktorên vî şerî re rûnê û riyên çareseriyê bi pêş bixe. Di serî de Ocalan, divê bi hemû aliyên eleqedar re hevdîtin û têkilî bêne danîn.”
Dilar Sewledar