Li dinyayê 25 milyon mirov bi Kurdî diaxifin

Li gor texmîna zimanzanên navneteweyiyê li dinyayê di navbera 20 û 25 milyon mirov bi zimanê Kurdî diaxifin.

Zimanê Kurdî di nav Malbata Zimanê Hind û Ewropayê ye û dikeve grûba bakurê rojavayê Îranê . Li her çar perçeyê Kurdistanê û li Îran, Tirkiye , İraq , Suriyê , Ermenîstan, Gurcîstan , Azarbeycan,Libnan û li welatên Qafqasya , Ewropa , Amerîka û li Asyayê navînê tên axifîn.

Zimanê Kurdî  li rojhilata navînê di rêzandina zimanan de çaremîne û  piştî zimanên Erebî , Tirkî û Farsî zimanekî herî zêde têne axafîn.

Zimanê Kurdî li dinyayê tenê li başurê Kurdistan li Iraq , Ermenîstan û li Îranê ( Sine / Senendaj( Ostanê Kurdistan ) zimanekî fermiye.

Di zimanê Kurdî de 4 zarava hene

1) Kurmancî (Kırdasi),
2) Soranî
3) Goranî ( Zazakî , Hewramî )
4) Loranî

Xalkê Kurd di nawa xwe de ji bo zaravayên xwe bi gelek navan bi nav dikin. Ji bo Kurmanciyê Kurdên ku li başurê Kurdistan dijîn wek Behdînî Kurdên ku li rojhilatê dijîn wek Şikakî dibêjin.Her wiha ji bo Zazakî jî qismek Zaza wek Kirmanckî , Dimilî ,Zazayî,Şo-bê dibêjin.Ji bo Hewramî jî Goranî dibêjin.

Alfabeyên Kurdan
1-    Nivîsên Mîxî  : Di dema Împaratoriya Med de hatiye bikaranîn û di vê alfabeyê de 42 tîp hebû. Nivîs ji çep ber bi rastê ve hatîbû nivîsandin
2-    Alfabeya Avêsta : Xwedî 44 tîp bû . Li gor hîn çavkaniyên 48 tîp hebû.Nivîs ji rast ber bi çep ve hatîbû nivîsandin.
3-    Alfabeya Aramî : Berhemên herî kevn di vê alfabayê de hatîbûn nivîsandin. Belgeyên ku hatine bidestxistin li ser çermê xezalane û herî kevnê wan BZ ( berê ya zayînê ) di salên 88-87an de hatin nivîsandin.
4-    Alfabeya kevn ya Pehlevî : Bi vî alfabeyê pirtukek bi navê ‘’Soranî dînkerd’’ hate nivîsandin.
5-    Alfabeya Masî Soratî : Dîroknasê Ereb Îbn Wehşiye di pirtuka xwe de behsa 3 pirtuk dike ku bi alfebaya Maso Soratî ve hatine nivîsandin. Alfebaya Masî Soratî bi 36 tîpan pêk dihat û ji aliyê Kurdan ve hate fireh kirin û bû 42 tîp.
6-    Alfabeya Hurujul Sir : Bi sedan sal ji aliyê Kurdên Êzîdiyê ve hate bikaranîn û pirtukên Mishefa Reş û Cîlwe bi vê alfabeyê hatin nivîsandin.
7-    Alfebaya Erebî : Li başur û rojhilatê Kurdistanê tê bikaranîn.
8-    Alfabeya Latînî : Li bakur û rojavayê Kurdistanê û Kurdên ku li Ewropa û li Emrîkayê dijîn tê bikaranîn.
9-    Alfabeya Kîrîl : Ji aliyê Kurdên Qafqasya û Rusyayê ve tê bikaranîn.

Ji xeynî wan alfabeyan li rojhilatê Kurdistanê û li herêma Zêwê nivîsek hate dîtin ku li ser sîniyekî zîv hatiye nivîsandin. Li gor lêkolîneran ew nivîj ji aliyê Med’an hatîbû bikaranîn .

Nêrînek

  1. Chavkaniya we nîne. Hin kan hene hejmara gelheyê li dora 40 milyon didin zanîn. Kêm an zêde lê heger mirov wisa nûcheyekê statîstîkî da chavkanî dibe mecbûrî.\r\n\r\nEv nexsheya we bar kiriye jî nêzîkî rastiyê ye lê ne rast e. Hin biraderên me yên Soran hene li zanîngehên YDA, dixwazin di warê zanistiyê de jî Soranîzmê bikin û dikin jî.\r\n\r\nEw in rabûn Soranî kirin Kurdiya Navend û Kurmancî jî kirin zaraveyê herî pashmayî. Em her tishtê dibihîsîn, erdistan (dinya) bichûk bûye.

Nerîna min :