Civak

Berpirsên kurd û Facebook

Siyasetvanên Başûrê Kurdistanê bi agahdarî û bê agahdariya xwe di Facebookê de beşdar in, haya jimareke zêde ya wan jê heye ku rûpelekî wan li ser facebookê hatiye vekirin û haya hinekan jê nîne. Haya Serokê Herêm Kurdistanê jê nîne ku rûpelek bi navê wî hatiye vekirin.

Li gor şopandina Rûdawê, ji xeynî herdû cîgirên Talabanî piraniya endamên polîtburo û serkirdayetiya YNKê, rûpelên wan di facebookê de hene û haya wan ji van rûpelan heye, lê ji berpirsên PDKê ji bilî Mesrûr Barzanî ku xwediyê rûpeleke çalak e, ti berpirsê din ê vê hizbê facebooka wan nîne.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yek ji wan kesane ku haya wî ji rûpela ku bi navê wî hatiye vekirin nîne. Serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê Fûad Husên bo Rûdawê ragehand ku serokê herêma Kurdistanê di Facebookê de ne beşdar e û haya wî ji ti rûpelekê nîne ku bi navê wî hatibe vekirin: “Her demeke ku serokê herêma Kurdistanê di Facebookê de beşdar bibe, wê xelkê lê agahdar bike da ku serdana rûpelê wî bikin.”

Berpirsê ragihandinê yê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Twana Ehmed diyar kir ku: “Serokê hikûmetê li gor demê internêtê bikar tîne û herdem laptopek pê re heye, zêdetir bi şevan diçe ser Facebookê û bi xwe bersiva pirs û pêşniyaran dide ku di rûpela wî de jê tên kirin.” Li gor Twana Ehmed, serokê hikûmetê pir rehete bi Facebookê û heta niha tiştekî wî bêzar bike nîne.

Fûad Husên jî wiha axifî: “Serokê herêma Kurdistanê, beşdarî di Facebookê de nekiriye.”
Herwiha cîgirê yekem ê sekreterê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ê, Kosret Resûl û endamên Polîtburoya YNKê Sadî Ehmed Pîre û Hakim Qadir Hemecan, beşdarê Facebookê ne. Ew Ji Rûdawê re dibêjin: “Armanca me ji beşdarîkirinê, nêzîkbûna ji xelkê ye.”

Mam Rostem: Nikarim komputerê bikar bînim

Ji xeynî Barzanî, Talabanî û Noşîrwan Mistefa, Hêroxan, Mam Rostem, Şêrîn Amêdî, Azad Cundiyanî, bê ku bi xwe agahdar bin, malperek bi navê wan hatiye tomarkirin. Endama komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê Şêrîn Amêdî dibêje: “Guman nakim ji ber xweştevîbûna kesayetiya min ev kar hatibe kirin, ger wiha ye çima ez nehatime agahdarkirin, dema min bo înternetê tune, lê bi nav û wêneya min li Facebookê malperek hatiye vekirin.” Lê Amêdî eşkere kir biryar e di demeke nêzîk de beşdariya Facebookê bike: “Ne bi navê xwe, lê bi navê Balyoza Aştiyê dê malperekê tomar bikin.”

Mam Rostem ku serkirdeyekî naskirî yê Bizava Goran e, diyar kir: “Ez her nizanim Kompuîterê bikar bînin û tu tiştî jê fam nakim, loma naxwazim tiştan tevlîhev bikim.” Derbarê tomarkirina malperekê bi navê wî, Mam Rostem dibêje: “Ji ber xweştevîbûna min e.”

Ew berpirsên di Facebookê de dikevin berçav, piranî endamên serkirdayetiya YNKê ne. Endamê desteya rêveberiya Polîtburoya YNKê û berpirsê Asayîşa giştî ya herêma Kurdistanê li Silêmaniyê Hakim Qadir Hemecan ragihand: “Ji bona xwenêzîkkirin ji welatiyan eva metodek baş e û ez li gor dem, rojane serdana malpera xwe di Facebookê de dikim, ez bixwe birêve dibim, piraniya peyamên facebookê yên ku ji min re tên şandin, pirsên xelkê ne, nameyên bêzarî heta niha min re nehatine.”

Cîgirê Polîtburoya YNKê û berpirsê rêxistinên vê partiyê li Behdînan Sadî Ehmed Pîre daxuyand: “Ez xwediyê malperekê me di Facebookê de, rojane kesê ku serpereştiya malpera min dike, min ji name û pîşniyarên xelkê agahdar dike.” Pîre, facebookê wek metodek baş bi nav dike bo nêzîkbûna rasterast a berpirsan ligel xelkê.

Elî Bapîr di Facebookê de nema

Li gor jêderekê ji nivîsîngeha Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr, navbirî niha di Facebookê de nemaye, çavkaniyê herwiha eşkere kir: “Berê malperek bo Mamosta hatibû tomarkirin, lê ji ber hin nivîs û nameyên ne hêja, me bi agahdariya wî bixwe malper daxist. Hez jî nake malperek nû jê re tomar bikin.”

Li Rojhilata Navîn, li Sûriyê û Îranê facebook qedexe ye û daniştvanên van herdû welatan nikarin bi hêsanî Facebookê bikar bînin. Li herêma Kurdistanê, di nîvê sala 2009an şûnde rêjeya beşdarîkirinê di Facebookê de bi awayekî berçav zêde bû.
Facebook, ku vê dawî vebû, nêzîka 500 milyon beşdaran lixwe digre, sala 2003an ji aliyê Mark Zukerburg ligel Dasten Muskufter û Chris Hues hat damezrandin bo çêkirina têkiliyan ligel hevalên xwendekar de. Niha ev malper wek tora peywendiyan a herî mezin a civakî di internêtê de tê jimartin.

Back to top button