Cîhan

Bajarê Humsê bû dawiya jiyana wan

Rojnemevana naskirî ya Amerîkî Maria Colvin û wenekêş û rojnemevanê Frensî Remi Ochlik li suriye li Bajarê Humsê ji aliyê hêzên rejimê ve hatin kuştin.

Maria Colvin û Remî Ochlik ji Humsê ji nawenda armanca êrîşên rejima Suriye agahdarî didan cîhanê. Gelek nûçeyên heja çêdikirin û tiştên rejima Esad li Humsê dikiran rojane digihandin raya giştî ya cîhanî. Ew bi awayekî bibûn dengê eş û elema xelkên bajarê Humsê li Suriye.

Maria Colvin

Ev herdu rojnemevan û herweha hinek rojnemevanên din jî li bajarê Humsê taxa Bab Amro di xaniyekî de bûn. Ev xanî bi giranî bû armanca erîşên topên hêzên rejima Suriye bi encama topbaranekî giran xanî ruxa û gelek kes man dibin kavlê xanî de.

Remi Ochlik

Cesedê Maria Colvin û Remi Ochlik ji bin xanî derxistin. Wan jiyana xwe ji dest dabûn. Ev tê wê wateyê ku dengê xelkê Humusê heta redeyekî hate qut kirin. Herweha rojnemevanê frensî yê Le Figaro Edith Bouvier û rojnemevanê Ingilîzî Paul Conroy ji birîndar ji bin xanî hatin derêxistin.

Maria Colvin ji bo rojnama igilîzî Sunday Times kar dikira. Lê mixabin bajarê Humsê li Suriye bû dawiya jiyana rojnemevana naskirî. Herweha ji berî niha jî li welatê Srî Lanka encama parçeyek topê çavek yê xwe winda kirîbû. Lê wê karê xwe di herêmên xeter de berdewam kir.

Maria Colvin û rojnemevanêndin dema berê xwe dayin Suriye û xwestin bûyerên rejima Esad dikin hovitiya ku heyî bigihînin cîhanê dizanîn ku mirîn her gav li pêşiya waye. Lê wan karê ku dikiran li ser mirinê re dîtin.

Rojevakurd

Back to top button