Civak

Li Kerburan gundek kirine gora komkujiyê

Sala 1995-ê li navçeya Mêrdînê li Kerburan 7 genc bê serûşûn winda bûn. Ji berî du rojan dema gundiyan bîrek ya avê vekirin rasta du keloxên serê mirovan  hatin û hinek hestî ditîn. Gundiya agahdari da dozerê ku di çerçova kesên bê serûşûn de  winda bûyîn de lêkolînê dike.

Piştre amadebûna dozer, parêzerê gundiyan û hinek kesûkarên gencên windabûyîn, li gundekî di bin kavlê xaniyek xirabûyî û bîrek ya avê de kolandin hatin kirin. Di bîrê û kavlê xanî de hinek hestiyên mirovan , hestiyên serê wan derketin û herweha hinek cil û bergên kesên hatîn kuştin û weşartin derketin holê. Hinek ji gundiyan bi texmînî zanîn ku ew cil û berg yê kîne.

Lê ji bo lêkolînek zanyarî li ser cil û hestiyên ji bin axê derketîn bête kirin ew rêkirin Diyarbekirê. Di vê derbarê de parêzer Huseyin Cihangir da xuyakirin ku, ew niha nizanin ev hestî û cesedên hatin dîtin yên kîne. Lê piştî lêpirsînek zanyarî ew vê yekê bizanibin.

Heta niha cesedên du kesan dîtine. Hê rengê cilên wan xirab nebibû. Lê li gora Huseyin Cihangîr dide xuyakirin li gund di bin axê de bi dehan cesedên hatîn kuştin û weşartin hene.

Ji sala 1995-ê ve, ji Kerburan Abdullah Olcay, Emin Aslan, Nedim Akyon, Abdurrahman Coşkun, Davut Altin kaya û Seyhan Dogan winda ne û heta niha jî di derbarê çarenûsa wan de tiştek nayê zanîn.

Rojevakurd/Kerburan

Back to top button