Îroj

Komara Kurdistanê li bîra me ye

“Kurdistan xwedî cihekî stratejîk û erdnîgarî ya taybet e ku gelê Kurd hertim û bi bê wê hindê ku netewe û milletekî din di navbera wan de mesafê çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hevre têde dijîn û tê de xwedî malîkiyeta xwe ya millî ne. Serbihûrî(biserhat) û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. (Kurd) xwedî adab û adet û nerîtîyên netewî yên wisan e ku bi ti rengan sedemên cur bi cur û ti bûyerekê nekarîye sistiyekê di nava bingeh û binaxê millîyeta wan de peyda bike.

Roja 22/01/1946an li qada Çiwarçira di şahiya ragehandina Komara Demokratîk a Kurdistanê de li bajarê Mahabadê Pêşewa Qazî Mihemed li hemberî zêdetir ji 20 hezar kurdan û hinek lîder û giregirên kurd bi şehamet û tewaziyek tejî evîn sekinî û wiha axivî:

“Kurdistan xwedî cihekî stratejîk û erdnîgarî ya taybet e ku gelê Kurd hertim û bi bê wê hindê ku netewe û milletekî din di navbera wan de mesafê çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hevre têde dijîn û tê de xwedî malîkiyeta xwe ya millî ne. Serbihûrî(biserhat) û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. (Kurd) xwedî adab û adet û nerîtîyên netewî yên wisan e ku bi ti rengan sedemên cur bi cur û ti bûyerekê nekarîye sistiyekê di nava bingeh û binaxê millîyeta wan de peyda bike.

Kurd ji kevin de xwediyê hezaran paşa û desthilatdar û rêkxistên xwe yên millî bûne. Hema di Kurdistana azad ya niha de, malbata emîrên Mûkirî ku destpêkerê wan Emîr Seyfeddîn bûye, heya 1020ê Hetavî(Şemsî) (1641ê zayînî) bi awayekî serbixwe yek li pey yê din: Emîr Seyfeddîn, Sarim Beg, şêx Heyder, Emîr Beg, Emîr Paşa heya digehe Qûbadxan bi desthilat û hêza xwe ve (bi awayekî serbixwe) hukimdarî kirine. Milletê reşîd û xwedî xîret e. Kurd di hemû dewir û çaxekê de herkesê ku xeyala desthilatdariya nîştimana wan kiribe, dijayetî û berengarî wan bûne û li hemberî wan dijayetî(berberakanî) kirine û ji kirina ti fîdakariyekê jî kêmasî nekirine.

Piştî ji destçûyîna seltenet û desthilatdariyê jî, ji bo bi destxistina serxwebûn û azadiyê bi milyonan qûrbanî fîda kirine, ji bo ku hertim di halê xebat û berxwedanê da bûn, ti cure zehmetî û azarek nemaye ku di jiyanê de nekişînin û nebînin. Bi viya re jî hêmû bextreşî, kurewerî, kuştin û talan ji aliyê neyaran ve tehemûl kirine û qet ji bo bi destxistina armanc û xweziyên xwe newestiyane û di riya bi destxistina azadîyê da nesekinîne(bêhina xwe nedane), bi dilekî hind bi hêz û îradeyek wisa mezin xebat û têkuşan kirine ku heya niha hêzek wiha peyda nebûye ku bikarîbe bi hevre(têkda) wan bixeniqîne. Mîrê Kor kuştine, Babanîyan serî hildane, Babanî bêdeng kirine Erdelanî hestane, ew li erdê dane, Bitlîsî rabûne û hezarên din yên mîna wan.

Heta di van dawiyan de piştî şerê cîhanê yê berê ku dîktatoriya Îran û Tirkiyê hatine ser kar,  ziman û adet û mezheb û taybetmendiyên Kurdan yên netewî bi carekê lawaz û hejar û bêqîmet kirin, ji kirina ti wehşiyet û hovtiyekê nesekinîn, xwendin û nivîsîna zimanê Kurdî jî yasax û li berkirina cil û kincan (kincên Kurdî) jî qedexe bû.

Nedihiştin em xwediyên qencî û di ti mafên mirovanetiyê de pişkidar û xwedî par bin. Riya hînbûna zanist û teknolojiyê ji me qût kiribûn, her rojê bi hecet(hêncet – behane) û herdemê bi teşqeleyekê kom bi kom û desete-deste kurdên hejar û bextreş heps û surgûn dikirin û ew dikuştin û ji beyin dibirin. Destkeft û hatina vî milletê pêrîşan û bêçare ji xwe re dibirin û ew jî birçî û tî(têhnî) û tazî dihiştin.

Heya ku di şehrîwera sala 1320an(Augusta 1941an) de firîşta azadîyê desthilatdariya dîktatorî û faşîstî ya Rizaxan herifand(têkşikand). Serê Kurdan ji hemû zext û nerihetîyan, hinekî azad bû û di cih de hiss kir ku çawa divê ji derfetê mifayê bistîne û riya rastî û bi destxistina azadiya vî milletî çiye û yê çi bike?

Zilam û mirovên bi bîr û xwedî hiş û bi şeref ku pir ji mêjda bû xwîna dilê xwe vedixwarin û ji bo zelîliya vî milletî dûkel û bêhna şewatê ji hundurî wan derdiket, gelek zû dan xuyakirin ku dema kar û xebatê ye û divê ji vê derfetê feyde bê standin û ev dem bi temamî ew roj e, ku yên beriya me jî pir çav li riya wê bûn. Bi yekcarî û zû, bêwestan û rawestan, dest bi kar û xebatê kirin û (Hîzba Dîmokrat a Kurdistanê) pêkanîn û bi destekî peyt (mukim) mijûlî kar û barê xwe yê millî bûn û bi çavekî hûr û bi dîqet pêwîstî û pêdvîyên Kurdan dan xuyakirin û cî bi cî kirin.

Beriya hemû tiştekî dubendî û nakokîyên êlî û eşayêrî ku bi dek û hîle û fitneyên kedxwar û dîktatoran ji bo mêtin(kedxwarî) û xwarina maf û çemandin(tewandin)a vî milletî wek ew bixwe dibêjin: “Tefreqê biyendaz w hukumet kûn/ Dubendiyê bavêje û ji xwe re desthilatdariyê bike”, xistibûn nava me û heya radeyekê ev agir belav û berfireh bibû ku birayên ji dayik û bavekê ji hev qetandin ku yekitî û hevgirtina wan jî, ji navê rakirin…..

Me heya niha çend xwendingehên keçan û kuran(xurtan) vekirine, me xwendingeha şevane damezrand û pirtûk bi zimanê Kurdî wergêrandin… Xurt û keç û zilamên mezin di xwendingehên şevane û rojane da bi zimanê Kurdî dixwînin û li cihê wê hindê ku şeş-heft salan mijûlî xwendin û hînbûna zimanê Farsî bibin, di mehek-du mehan de dibine xwende(xwîndewar) û hemû tiştekî dixwînin û dinivîsin.

Ji bo nasandina liyaqeta millî û derxistina jiyana çandî, kulturî û edebî ya kurdan û ji bo gehandina hewara xwe bi guhê cihana mirovanetî û edaletê, pêwîstiya me bi tiştên weşan û belavkirinê hebû. Weşanxaneyek gelek baş hat çêkirin û di bajarê me(Mihabadê) bixwe de bi zimanê me û bi weşanxana me bixwe kovar û rojname derdikevin û bîr û ra û daxwazên me di cîhanê de belav diken.

Destkeft û berhemên me ku pareke zêde û bi qîmet bû bi hîle(dek) ji destê me derdixistin û destê kedxwariyê barajek li pêşberî me û bazara cîhanê dirust kirbû. Me riya çareseriyê peydakir û ticaret û aboriya Kurdistanê pir baş hat temîn kirin.

Di çaxê dîktatoriyê de ku hemû cure maliyat ji me distandin, bi kêmî û zêdeyî ne aletên saxlemî û dermankirinê, ne doxtor, derman û ne jî nexweşxane ji me re sazkirin. Em bixwe nexweşxanek pir baş di pêşerojek nêzîk de vedikin û saxlemiya hevwelatiyên me temîn dibe.

Me hêzek millî pêkanîye ku bi cesaretek temam amedeye ji nîştimana me re parêzvaniyê bike. Xuyaye ku serkeftina me seraser di hemen riya demokrasiyê de û di netîceya çalakiyên Hîzba Dîmokrat a Kurdistanê û bi piştgîriya cîhana demokratîk e, ji bona wê jî em dibêjîn: Bijî pêkhênerên Dîmokratê.

Gelê kurd bi hezaran sede(baraj) û astengîyên dijwar di rê de hebûn, kom û îdareyên dîktatoriyê bêrawestan li hemberî kar û xebata me hertim karşikênî dikirin û ji kirina ti namerdiyekê nedisekinîn. Duberekîyên di navbera êl û eşîretan de di hundur de jî ji me re pirsgirêkên mezin bûn. Lê hîç yek ji vana nekarîn beriya me bigirin û me bi dilekî bihêz li berxwe da û me çalakî û xebatên xwe berdewam kirin heya ku serxwebûn û azadiya netewa kurd me bi dest xist.

Xuyaye ku hinek bermayîyên van xeter û tehlukan çi di hundur de û çi li derve hêjî mane, gelê kurd bi me re li dijî wan yê xebata xwe berdewam bike û bi piştigîriya Xwedê, dê serfiraz û pîroz bibe. Îro ji nunerên hemû herêm û navçeyên Kurdistanê bi bê li ber çavgirtina cûdahîyên çînî(sinifî) çi ji axa û reiyet, mezin û biçûk tev bi hev re civiyane û yekdil û yekziman hawara demokrasîyê dikin û di rêya Demokratê(PDK) de dimeşin û hêza Demokratê didin xuyakirin”.

“Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi niştiman, bi şerafeta netewa kurd, bi ala muqedes a Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwîna xwe ya herî dawiyê, bi can û mal di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekitiya gelê kurd û Azerbaycanê, muti’i û wefadar biminim.” .*

*Kakşar OREMAR, Rojnama Kurdistan, hejmar: 10 (15/11/1324)

(Kovara bîr)

Back to top button