Kultur

Bahozê Çolê Selaheddînê Eyyubî li Diyarbekirê

Lîstika şanoyê ya Bahozê Çolê Selaheddînê Eyyubî ku destaneke Kurdî ye, li festîvala şanoya Orhan Asena ya Şanoyê Dewletê ve li bajarê Diyarbekirê hate pêşandan.

Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê li warê çand û hunerê de jî hate dîtin û li vê çarçêweyê de lîstika şanoyê ya Bahozê Çolê Selaheddînê Eyyubî ku destaneke Kurdî ye, li festîvala şanoya Orhan Asena ya Şanoya Dewletê ve li bajarê Diyarbekirê hate pêşandan

Mustafa Kurt Birêvebirê Giştî yê Şanoya Dewletê di vî derbarî de got: Li gel pêvajoya çareseriyê aramî û baweriyeke mezin li herêmê pêkhat. Em hatin û me dît, li Diyarbekirê aramî heye. Zimanê şanoyê jî zimanê aştiyê ye. Beşdarbûneke zêde li vê şanoyê de hate dîtin. Destana Kurdî ya Selaheddînê Eyyubî heta 26 ê nîsanê dê li bajarê Diyarbekirê bête pêşandan.

 

Back to top button