Polîtîk

Magazîna Kurdî bi tenê derfetê dide jinên rût û tazî

Şehrîbana Kurdî ku ji bo beşdarkirina festîvala Adar û Newroz ya li Hewlêrê, li hevpeyvîneke televizyonî de rexne li ragihandin û televizyona Kurdî kir û got: magazîna Kurdî bi tenê derfetê didin jinên rût û tazî û derfetê nadin hunermendên rastîn.

Şehrîbana Kurdî dibêje: Li Kurdistanê gelek televizyonên Kurdî vebûne û ez wan pîroz dikim, lê mixabin têde muzika Kurdî an jî muzika Kurdewarî gelek kêm tê dîtin. Zêdetirê wan muzikan arabesk û tiştên dine, hemû staylê wan bûne staylên Erebî û yên din. Ez dixwazim mêzênek û tewazunek hebê li navbera muzika Kurdewarî û muzikên din.

Her wiha Şehrîbana Kurdî nîgeraniya xwe li hember vê rewşê nîşanda û got: Dema ku Pêşmerge li çiya şer dikir hunermendên Kurd jî di qada hunera xwe de şerê mayîna Kurd û Kurdistanê dikirin. Lê îro festîvalek çêdibe zêdetir cîh didin wan hunermendên biyanî û pereyeke zêde didin wan. Hunermendên Kurd jî eger şermê nekin dê bibêjin hema hun li ser hesabê xwe werin û beşdar bibin.

Back to top button