Polîtîk

Eger îro rêknekevin dê hikumeta Kurdistanê pêkbê

Tevgera Goranê nemana yekeyên 70 û 80 ê bi mercê qebûlkirna postê Wezareta Pêşmerge ragihandiye û berpirsekê PDK jî diyarkir ku îro PDK û Goran dê komdibin û eger rêknekevin, dê hikumeta piraniyê pêkbê.

Çavkaniyek ji Civata Niştîmaniya Goran ragihand ji bo wergirtina Wezareta Pêşmerge mercê wan ewe kontrola PDK û YNK li ser hêzên çekdar nemîne û her dû yekeyên 70 û 80 ê ji bin kontrola wan bêne derxistin, her wiha postê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê yê karubarên Pêşmerge ji bo razîkirina YNK neyê dirustkirin.

Ji aliyê xwe ve Ebdulwehab Elî Endamê Serkirdayetiya PDK li Silêmaniyê got: “Îro PDK û Goran dê dawî bi gera danustandinan encam bidin û eger rêknekevin, hikûmeta piraniyê dê bête ragihandin”.

Wezareta Pêşmerge berê ragihandibû, di cihê xwe da nîne Goran Wezareta Pêşmerge wergire ji ber ku nikare yekeyên 70 û 80 ê kontrol bike.

Back to top button