Bahol (*)
Hêvîdar Zana
Ji bo kesên ku weke min pir digerin, bahol yan jî çenteyên mezin pir girîng in. Ez hez dikim, bahola min jî bi qasî çenteyê min yê destan bedew xuya bike. Lê her wiha, divê hemû pêdiviyên min yên ji bo seferê jî tê de bi cî bibin. Ez dibêjim pêdivî, lê hûn wisa fêm bikin ku ez nîvê hebûna xwe bixwe re digerînim. Hema çi tiştê dikeve ber destê min ez davêjim baholê. Piraniya wan jî bêyî ku werin bikaranîn ji seferê dizîvirin. Lê bûye adetek û ez nikarim biguherim.
Ez, ta û derziyê jî bixwe re digerînim.
Li balefirgehan bi kişkişandina çente re milên min jî ji cî derdikevin, lê weke min got, ez ji koçeriyê hez dikim û dixwazim temamê hebûna min li ser pişta min be.
Lê tucaran nehatibû bîra min ku ez girêdanekê di navbera baholan û azadiya jinan de çêbikim, heta ku wê rojê min di trênê de ji du jinên temenmezin bihîst.
Ez hez dikim li şûna erebeyê bi trênê çûnûhatinê bikim. Ev yek hem ji bo jîngehê baş e û hem jî ez dikarim li şûna ajotina erebê, ji xwe re pirtûkekê bixwînim.
Wê rojê ez li hemberî du jinên navsere (pîr) rûniştim.
Bi rengekî giştî ev jinên pîr li Ewropayê pir ji axaftinê hez dikin. Dema ku ew dest pê dikin, bi seetan dirêj dikin. Kovareke magazinê di destê min de bû, lê min tiştek ji xwendina xwe fêm nedikir, ji ber ku guhê min li ser wan bû. Behsa bûkên xwe, neviyên xwe, êşa kab û pişta xwe û her tiştê ku dikare bibe mijara axaftinê, kirin. Di wê navberê de li rawestgehekê xanimeke gênc tevî baholeke mezin kete hundirê trênê.
Herdû pîran bi hev re temaşeya wê kirin û vê carê bahola wê ji xwe re kirin mijar. Yekê ji wan got: “Tu dibînî ne, baholên niha çiqasî pratîk in, pêwîst nake ew li ser milê xwe kin yan jî rahêjinê, hema bi pey xwe de dikşînin û li temamê dinyayê digerînin. Ma weke zemanê me ku me ew baholên giran hildigirtin û pişta me di bin wan de diêşiya”. Pîra din lê vegerand: “Erê di zemanê me de baholên bi tekel tune bûn, lê mêrên kubar û centilman hebûn, nedihiştin em du gavan tevî baholê bavêjin û ew yekser ji destê me digirtin. Jinên vî zemanî hingî behsa azadî û wekheviyê dikin êdî mêr jî newêrin destê xwe bavêjin çenteyê wan û alîkariya wan bikin, centilmanî nema ye”.
Diyaloga wan dirêj bû, cihê min têrê nake ku ez tevî li vir binivisînim, lê bi rastî balkêş bû. Ez li ser fikirîm.
Ez jî jineke vê serdemê me û azadiya min ji bo min pîroz e. Lê ez hez dikim ku centilman jî hebin. Weke nimûne ez hez dikim ku li ser riya seferê mêrek yan jî xortek çenteyê min yê giran ji destê min bigre û ji min re bigihîne ber trênê. Bi heman rengî hez dikim ku deriyê erebê, yê malê yan jî yê dikanekê ji min re veke û bihêle ez berî wî derbas bim. Hez dikim, li wî cihê ku amade bim, servîsa çay, qehwe, xwarin û vexwarinê berî mêran ji min re were kirin û gelek tiştên bi vî awahî ku nîşana kubariya mêrên vê serdemê ne.
Li ewropa di vî alî de tu pirsgirêk tune ne û di van meseleyan de weke ku ingilîz dibêjin muameleya “ladies first” li gel mirov tê kirin. Meseleya hilgirtina çenteyan jî bi rengekî ji rengan çareser bûye. Çenteyên vê serdemê wiha hatine çêkirin ku ji bo hilgirtina wan pêwîstiya mirov bi hêza bedenî tune be. Jixwe mirov hilnagire, li pey xwe dikşîne.
Lê mixabin di nava civaka kurdî de gelek caran mirov rastî muameleyên wiha tê ku devê mirov vekirî dimîne. Ez bawer nakim ku sedema vê yekê helwesta jinên vê serdemê be. Mêrên kurd û yên rojhilata navîn bi giştî ne kubar in (centilman). Nezaketa li hemberî jinan ji civakên rojava derbasî nava me dibe, lê pir hêdî belav dibe.
Ez dizanim hîna jî li gelek deverên welatê me, jin piştî mêran li ser sifreya xwarinê rûdinin û jibermayên wan dixwin. Min bixwe dîtiye ku di rêwîtiyê de jin û zarok xistine dawiya pîkabeke servekirî û mêr ketine pêş. Xwarin û vexwarin di civatan de pêşî diçe ber mêran, paşê diçe ber jin û zarokan… Hûn dikarin vê lîsteyê li cem xwe dirêjtir jî bikin. Dema ev tişt hatin bîra min, min ji xwe re got, xwezî pirsgirêka me jî bi tenê hilgirtina çenteyan bûya!
(Avesta Kurd)