Kultur

Folklora Kurmanca Emine Evdal û Heciye Cindi

“Folklora Kurmanca” ku Heciyê Cindî û Emînê Evdal amade kiriye di sala
1936an de ji aliyê ‘Neşra Hukumeta Ermenistana Şêwrê’ li bajarê
Yêrêvanê hatiye çapkirin. Wan herdu zanyaran jî dema Cenga Cîhanê ya
Yekem, dê û bav, mirovên xwe winda kirine û li sêwîxanên ermeniyan
mezin bûne. Li sêwîxanê bi nasnama xwe re, zimanê xwe jî ji bîr dikin.
Piştî ji sêwîxanê derdikevin, vedigerîn nav gelê xwe, ji nû ve zimanê
kurdî fêr dibin û dest bi xebatên kurdî dikin.

Berhevok ji gelek varyantên destanên Kerr û Kulik, Mem û Zîn, Siyabend
û Xecê, Memê û Eyşê, Zembîlfiroş, Leyl û Meclûm, Dewrêşê Evdî û
Dimdim, bi sedan kilamen bengîtiyê, afirandinên gelêrî ji bo zarokan,
kilamên govendê, hikyatên cimetê, kilamên Evdalê Zeynikê, afirandinên
Feqiyê Teyran ku bi devkî di nav xelkê de dihatin gotin pêk tê.

“Ev pirtûk di nava xebata folklorzaniyê ciyê xwe yî taybet digre. Çawa
bi meznaya xwe ve, wisa jî bi serecema xwe ve ew heta niha dimîne wek
xebateke tekane û bingehîn. Ev pirtûk bûye, ya ku Qazî Mehmedê nemir
li Mehabadê girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû: ‘Aha, ev e
Qurana me.’

Şekroyê Xudo Mihoyî

-Hecıye Cındi-
Di sala 1908an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji
dayîk bûye. Salên Cenga Cîhanî ya Yekemîn ew direvin Ermenistanê. Ew
sala 1919an dîsan vedigerin Emençayîrê. Gund talankirî û wêran bû. Wê
salê amerîkî li Qersê sêwîxanê vedikin û Hecî bi birê xwe yê biçûk ve
dikevine wê sêwîxanê. Gava tirk Qersê hildidin, amerîkî wan bi trênê
verêyî Gumuriyê dikin. Piştî li sêwîxanê dibistanê temam bike H. Cindî
dikeve Peymangeha Perwerdeyê û sala 1929an temam dike. Dû re ew li
gundên Qudaxsazê û Camûşvanê mamostatiyê dike û pê re jî ji nû ve fêrî
zimanê kurdî dibe.

Ji wê salê ew dest bi berevkirina nimûnê folklora kurdî û karê wergerê
dike. Bi berhemên nivîskarên ermenî re tevayî ew kitêbên tendurustiyê
jî werdigerîne kurdî. Sala 1930î ew fakûlta Fîlologiyê, ya zanîngeha
Yêrêvanê tê hildan, ji sala 1932an jî li Înstîtûta dîroka çanda
materyaliyê dest bi lêkolînên zanyariyê dike. Salên 30emîn dewraneke
zêrîn bûn ji bo kurdên Ermenistanê û H. Cindî bi êginayî dikeve nav
kar û xebatê. Sala 1930î li Yêrêvanê Peymangeha Perwerdeyê, ya
Pişkavkazê a Kurdî vedibe û H. Cindî li wir dibe mamostê zimanê kurdî.

Wê salê usan jî dest bi weşandina rojnama ‘Riya Teze’ dibe. H.Cindî
dibe serokê beşa wêje û çandeyê û yekemîn berhemên xwe li wir çap
dike. Ji sala 1930î heta 1937an ew berpirsiyarê radyoya kurdî bû.

H. Cindî yek ji amadekarên yekemîn konferansa Kurdnasiyê bû, ku sala
1934an li Yêrêvanê pêk hat. Zanyarên ji Yêrêvanê, Moskvayê, Lênîngradê
û Tilbîsê beşdarî konferansê dibûn. Di konferansê de usan jî
mamostayên zimanê kurdî, ên ji Ermenistanê, Azarbajanê û Turkmênistanê
amade bûn.
Sala 1934an H. Cindî beşdarî kongra Yekîtiya Nivîskarên Yekîtya
Sovêtê, ya yekemîn dibe.

17ê meha Adarê, sala 1938an H. Cindî bi tawana pêwendiyên bi mirovên
dijî Yekîtiya Sovêtê re digrin û davêjne girtîgehê. Rast piştî salekê,
17ê Adara sala 1939an H.Cindî azad dikin. Dûarojê ew ê 17ê Adarê bike
roja bûyîna xwe, ya fermî.
Sala 1940î H. Cindî bi têma “Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî” têza xwe
ya doktoriyê pawan dike.

Salên Cenga Cihanî ya Duyemîn H.Cindî nimûnên folklora kurdî
niştimanperweriyê berev dike û bi du kitêban çap dike.
Bi spartina hukumata Ermenistanê H. Cindî sala 1944an elfabêya kurdî
ya nû, ya ser bingeha tîpên kîrîlî amade dike û piştî navbiriya şeş
salan li Ermenistanê ji nû ve dest bi çapkirina kitêbên kurdî dibe.

Eger em sala girtîgehê ji nav derxin, H. Cindî ji sala 1936 an heta
1959 an li Înstîtûta zaniyariyê, ya ziman û wêje kar dike. Mijarên
lêkolînên wî folklor, ziman û wêja kurdî bûn.
Sala 1959an Sêctora Rojhilatnasiyê, bi beşa Kurdnasiyê ve li Akadêmiya
Ermenistanêye Zaniyariyê tê damezirandin û H. Cindî ji destpêkê, heta
sala 1968 an serokê wê beşa bû..
H. Cindî ji sala damezirandinê1932an heta sala 1966an serokê beşa
Nivîskarê kurd bû, ya bi ser Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanêye
Sovêtiyê. Sala 1968 an li zanîngeha Yêrêvanê beşa kurdnasiyê vedibe.
H. Cindî li wir mamostê ziman, wêje û folklora kurdî bû. Sala 1964an
bêyî pawankirina têza doktoriyê, ser bingeha berhemên H. Cindî navê
doktorê zanyariyê didine wî.
Heciyê Cindî 1ê Gulanê sala 1990î li bajarê Yêrêvanê çû ser dilovaniya
xwe.
H. Cindî zanyarekî naskirî bû, ew bi ordêna “Dostiya gelan”, madalya
bi navê X. Abovyan û gelek madalyayên mayîn ve hatibû rewa kirin.

Kitêbên çapkirî; Perwerdeyê-8, kitêbên ziman û wêjeya kurdî ji bo
dibistanan-19, kitêbên destanên kurdî bi lêkolînên wan ve- 5, kitêbên
folklora kurdî, ku gelek ji wan bi zimanê rûsî û ermenî jî hatine
wergerandin-16, 2 kitêbên rêzimanî, 2 kitêbên ser wêjeya kurdên
Ermenistana Sovêtê. Heciyê Cindî berhemên gelek nivîskarên ermenî
wergerandine kurdî û çap kirine.

Gelek şi’rên H. Cindî di almanaxên nivîskarên kurd de çap bûne. Sala
1947an berevoka kurteçîrokên wî bi navê “Siba Teze” çap bûye. Lê sala
1967an romana “Hewarî” çap dibe. Ew roman usan jî bi zimanên rûsî,
ermenî û erebî çap bûye.
Heciyê Cindî mîrateke mezin pey xwe hiştiye. (Ji nivîsa Tosinê Reşîd)

-EMÎNÊ EVDAL-

Carna ji wêjeya kurdên Yekîtiya Sovêt, ya salên 30emîn re dibêjin
‘wêjeya sêwiyan’, ji ber ku kesên li sêwîxanan mezin bibûn di
damezrandina wê wêjeyê de roleke hêja lîstin. Emînê Evdal yek ji wan
bû.
Emînê Evdal sala 1906an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera
Qersê ji dayîk bûye. Wê demê devera Qersê dikete nav Împaratoriya
Rûsya û li wir 17 gundên kurdên êzdî, ên ji êla Sîpkî hebûn.
Salên Cenga Cihaniyê ya Yekemîn seva ji destê Roma Reş bifilitin
êzdiyên Serhedê gişk koçber dibin û xwe digihînine Ermenistana îroyîn.
Dîsan jî eskerê Romê xwe digihîne wan û piraniyê qir dike.
Çi ku ji destê Roma Reş, çi ji birçîbûn û nexweşiyan, ji malbeta mezin
Emînê biçûk tenê dimîne û jiyana xwe li sêwîxanan didomîne.

Piştî ji sêwîxanê sala 1924an derkeve, ew berê diçe Tilbîsê nav
mirovên xwe, lê piştî du salan dîsan vedigere Ermenistanê. Ji ber ku
wî di sêwîxanê de dibistan temam kiribû, ew li gundên kurda Mîrek,
Qundaxsaz û Karvansere dest bi mamostatiyê dike.

Ji sala 1926an ew dest bi berevkirina nimûnên folklora kurdî dike. Lê
wî texmîn dikir, wekî zanebûnên wî têrê nakin û sala 1931ê dikeve
fakûltêta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê.

Wan salan kadroyên kurdan yên xwendî lap kêm bûn û Emîn bi xwendina
zanîngehê re tevayî usan jî di Peymangeha Perwerdeyê ya Pişkavkazêye
Kurdî de mamostatiyê dike, di rojnama ‘Riya Teze’ de dibe sekreterê
berpirsiyar. Salên xwendekariyê, ji bo Emîn usan jî dibin salên
destpêka karên zanyarî, nivîsara şiîr û çîrokan.

Wan salan li Ermenistanê dibistanên kurdî hebûn û Emînê Evdal beşdarî
amadekirina mamostayên zimanê kurdî dibe. Ji sala 1933an heta 1936an
ew usan jî kitêbên ‘Zimanê kurmancî’ ji bo komên çaremîn, pêncemîn û
şeşemîn amade dike, ‘Mêtodîka Hînkirina Xwendin û Nivîsarê’ û
‘Mêtodîka Zimanê Kurmancî’ dinivîse û çap dike. Bi çend kesan ve
“Xebernema Fileyî-Kurmancî’ û bi hevalê xwe yê salên zarotiyê Heciyê
Cindî ve ‘Folklora Kurmanca’, vê kitêba di dest we de çap dike.

Sala 1932yan ew yekemîn berevoka berhemên nivîskarên kurd amade dike.
Ew berevok berê bi kurdî, paşê jî bi zimanên ermenî û rûsî çap dibe.
Lê sala 1935an yekemîn bervoka şi’rên xwe çap dike ku bêtirî wan ji bo
zarokan bûn.

Piştî temamkirina zanîngehê Emînê Evdal dikeve aspêrantûrayê û sala
1944an têza doktoriyê bi mijara “Jina kurd di malbeta arkayîk de ser
bingehên matêryalên netewenasiyê û folkloriyê” temam dike û dibe
doktorê dîrokê.

Sala 1959an li Akadêmiya Ermenistanê ya Zanyariyê beşa Rojhilatzaniyê
tê damezirandin, ku kurdnasî jî hildigirt nav xwe. Ji wê salê heta
dawiya jiyana xwe E. Evdal li wî beşî kar dike û bi gelek gotarên
zanyarî re tevayî van kitêban çap dike; ‘Tole hildana xwînê di nav
kurdan de û bermayên wê li Ermenistana Sovêtiyê’, ‘Deba kurdên
Ermenistana Sovêtiyê’, ‘Patronîma bal kurdên Ermenistana di sedsala
XIX de’, ‘Deba kurdên Pişkavkazê’, ‘Xebernama kurdiye
rastnivîsandinê.’

Çiqwas jî piştî sala 1937an dibistanên kurdî li Ermenistanê neman, ji
sala 1945an di dibistanên gundên kurdan de heftê du saeta ziman û
wêjeya kurdî dihat xwendin. E. Evdal wan salan sê kitêbên ji bo
xwendina zimanê kurdî amade dike û çap dike, beşdarî perwerdekirina
mamostayên zimanê kurdî dibe.
Ji ber ku Emînê Evdal li sêwîxanê zimanê kurdî ji bîra kiribû, yekemîn
şi’r û kurteçîrokên xwe bi zimanê ermenî dinivîse, yekemîn kurteçiroka
wî “Casim û Tosin” sala 1924an çap dibe. Lê zûtirkê ew xwe ji nû ve
fêrî zimanê kurdî dike û dest bi nivîsara bi zimanê dê dike.

Salên 30emîn bi şi’ran re tevayî, E. Evdal usan jî çend destanên kurdî
yê gelêî (Memê û Zînê, Zembîlfroş) vediguhêze û raberî xwendevanan
dike.

E. Evdal gelek kitêbên şi’r û poêman çap kirin, piraniya wan usan jî
bi zimanê ermenî hatine çap kirinê. Ser bingeha poêma wî, ‘Gulîzer’
beşa kurdî ya radyoya Yêrêvanê radyo-şano amade kiribû û bi radiyoyê
dihat belav kirin.

Emînê Evdal 22ê meha Îlonê sala 1964an çû ser dilovaniya xwe. Çawan
zanyar, nivîskar û mamosta, wî mîrateke hêja pey xwe hîşt. (Tosinê
Reşîd)

(Weşanxana Avesta)

Back to top button